Li Cizîrê 15 sibatê hat şermezarkirin

  • 09:56 16 Sibat 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Ciîzrê komeke ciwan komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi agirê pêxist şermezar kir.
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê komkeke ciwan duh êvarê bi minasebeta 21'emîn salveger komploya 15'ê sibatê ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin agir pêxist û komplo şermezar kir. Piştî çalakiyê gelek wesayitên zirxî û tîmên agirkujê sewkî cihê çalakiyê hatin kirin. Agirê ku ciwanan pêxist ji aliyê girkujê ve hat vemirandin û heta berê sibehê tevgera polîsan li cih çalakiyê berdewma kir.