Li Mexmûrê piştî bêhnvedana nîvê salê perwerdeyê dest pê kir

  • 09:32 16 Sibat 2020
  • Rojane
MEXMUR - Bêhvedana dibistanên Wergeha Mexmurê ya nîvê salê ku di 28 çileyê de dest pê kiribu îro qediya û xwendevanan bi kelecanek mezin berê xwe dan dibistanên xwe.
 
Di 28 çileyê de dibistanên Weriha Penaberan a Şehîd Rostem Cudî (Mexmur) yên amedeyî, navîn û sareteyî ku ji bo bêhivedana nîvê salê navber dabûn perwerdeyê, îro bêhnevedana wan bi dawî bû. Piştî bi dawîbûna bêhnevedana nîvê salê îro careke din xwendevanan bi kelecaneke mezin li gel Sirûda Ey Raqîb, di bin ambargoyê de dest bi  perwerdeya xwe kirin û derbasî refên xwe bun.