Dewleta tirk bi topan êrîşî Şêrawa kir

  • 09:16 16 Sibat 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Dewleta tirk û hevkarên wê duh şev êrîşî gundê Başemrê yê navçeya Şêrawa ya Efînê kir, di encama topebaranê de 2 jê zarok 4 sivîl birîndar bûn. 
 
Dewleta tirk û hevkarên wê duh şev seat 19:00'an de êrîşî gundê Başemrê yê navçeya Şêrawa ya Efînê kir. Di encama topebaranê de 2 jê zarok 4 sivîl birîndar bûn. Kesên ku birîndar bûne navê wan wiha ye: "Sêvîn Nebo Qesab û keça wê ya 8 salî ya bi navê Hemîde Salih Hîlal û zarokek û sivîlek din ku navê wê nayê zanîn birîndar bûn. 
 
Herî dawî Dewleta tirk bi topan di 2'ê kanûna 2019'an de êrîşî Til Rifet kiribû di encamê de 10 sivîl ên ku 8 ji wan zarok jiyana xwe ji dest dabûn. Her wiha di 29'ê çileyê de cardin bi topan êrîşî Til Rifet kiribûn û di encamê de zarokê bi navê Nadir Ehmed jiyana xwe ji dest dabû û zarokê bi navê Mihemed Hecî jî bi giranî birîndar bûbû.