Melîke Aydin: Ger tu dixwazî karê xwe bikî bi me re hevkariyê bike!

  • 09:09 16 Sibat 2020
  • Rojane
AMED - Nûçegîhana me Melîke Aydin a tahliye bû tiştên di bin çavan de jiya wiha vegot: “Di lêpirsînê de divê rojnamegerî çawa bê kirin vegotin. Hinek pêşniyarên ku divê rojnamegerî ne ji bo gel ji bo dewletê bên kirin, kirin.”
 
Yek ji rojnamegerên ajansa me Melîke Aydin li Îzmîrê di 12’ê Mijdara 2019’an de hat binçavkirin û di 15’ê Mijdarê de jî bi îdiaya ‘li ser navê rêxistinê faliyet meşandiye’ hat girtin. Melîke Aydin ku li girtîgeha jinan a Alîaga ya Şakranê girtibû di 30’ê Çile de hat tehliyekirin. Melîkeyê pêvajoya binçavkirin, tiştên li girtîgehê jiya û binpêkirinên mafan vegot.
 
‘Em ji ber rojnamegeriyê hatin binçavkirin’
 
Melîkeyê got sedema binçavkirinê nizanibûn û got ji ber biryara sînorkirinê ya li ser dosyayê bi parêzeran re hevdîtin nekirine û got: “Ewil em bi polîsên sivîl û kesên me nizanibûn kî ne re anîn cem hev. Îthamên cuda kirin. Heta gotin ku endamê kîjan rêxistinê ne. Di lêpirsînê de, rojnamegerî çawa tê kirin vegotin. Hinek pêşniyarên ku divê rojnamegerî ne ji bo gel ji bo dewletê bike, kirin. Lê tiştên digotin li dijî rojnamegeriyê bûn. Lê rastî çi be em wê nîşan didin û ji bo gel pîşeya xwe dikin.”
 
‘Em ji ber nûçeyên jin, ekolojî û grevên birçîbûnê hatin darizandin’
 
Melîkeyê bi lêv kir ku ji ber nûçeyên grevên birçîbûnê, kuştinên jinan, Çiyayên Kaz hatibû sûcdarkirin û kesên bi wan re hevdîtin kirine diyar kirine ku nûçeyên wisa zirarê didin dewletê û divê neyên çêkirin. Melîkeyê ev tişt vegot: “Wek rojnamegerekê min tiştên ku gel pê re hatine rû hev kir nûçe. Ji ber derveyê qanûnî hatim girtin min nexwest ez biaxivim. Lê hatim tehdîdkirin. Lê wan gotin ‘em polîsên baş in, li derve polîsên hişk û tund hene’, bi vê şîdeta psîkolojîk pêk anîn. Gotin ger tu rojnamegeriyê bikî divê bi me re bikevî nava hevkariyê. Heta gotin ku hevkariyê nekî em ê te bişînin girtîgehê. Ev jî nîşan dide ku daraz ne serbixwe ye.”
 
‘Girtina rojnamegeran bi armanca afirandina tirsê tê kirin’
 
Melîkeyê girtina rojnamegeran jî wek afirandina tirsa li ser civakê nirxand û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mînak di nûçeyeke min de, mêrekî ku ji girtîgeha vekirî derketibû, hevjîna xwe qetil kiribû, cih digirt. Ev nûçeya min sûc hat hesibandin. Naxwazin ev agahî li civakê belav bibe. 120 rojnameger girtîne ev jî tê wateya ku pêşiya agahiyan bê girtin. Li gorî min ev êrîşa li hember azadiya fikir û ramanê ye.”
 
‘Divê nexweşa pençeşêrê Fatma Ozbay bê berdan’
 
Melîkeyê pêvajoya li girtîgehê jî nirxand û wiha got: “Girtiya nexweş Fatma Ozbay rewşa wê giran e. Bi nexweşiya pençeşêrê ketiye. Gelo kesek wisa wê li girtîgehê çawa bê dermankirin? Bi salane nexweş e, li dijî her cureyê şîdeta li girtîgehê têdikoşe. Divê Fatma Ozbay û girtiyên din bên berdan. Binpêkirinên mafan bi vê jî sînor nîne. Hejmara pirtûkan bi 10 heban hatiye sînorkirin. Mirovên 25-26 sale di girtîgehê de ne, hene. Sînorkirina pirtûkan bi tena serê xwe îşkence ye. Bi ser koguşan de digirin. Kabloyeke biçûk a ji bo radyo bixebite hebû. Lê ew kablo jî girtin û avêtin çopê. Rojnameya Yenî Yaşam nadin girtiyan. Li girtîgehê li hemû qadên jiyanê sînorkirin hene.”