'28 sal derbas bû lê hîn jî ez bi hêviya hatine Mehmet dijîm'
- 09:05 16 Sibat 2020
- Rojane
Zeynep Durgut
WAN - Di sala 1992’an de Mehmet Ertak ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û ji wê rojê heta niha tu agahî jê nehatin girtin. 28 sal ser bûyerê derbas bûn lê hîn jî Mehmet Ertak ne bi saxî û ne jî mirî nehate dîtin. Hevsera Mehmet, Emîne Ertak diyar kir ku ew ê heta emrê xwe yê dawiyê pey doza Mehmet be û got ku 28 sal ser bûyerê derbas bû, lê ew hîn jî hêvî dike ku wê Mehmet were.
Di 20 tebaxa sala 1992’an de li Şirnexê Mehmet Ertak yê ku li kana komirê dixebitî dema ku ji kar diçû malê ji aliyê polîsan ve tê sekinandin û Mehmet Ertak tê binçavkirin. Di dema binçavkirinê de Mehmet hat îşkencekirin û pişt re bi tu awayî agahî ji Mehmet nehat hildan. Tevî hemû serlêdanên malbatê Mehmet nehat dîtin. Her wiha ji aliyê emnîyetê ve jî ji malbatê re hat gotin ku wan binçav nekiriye û binçavkirina Mehmet hate înkarkirin. Tirkiye di doza Mehmet Ertak de ji aliyê AÎHM’ê ve hat mehkûmkirin. 28 sal ser bûyerê derbas bûn, lê hîn jî ne faîlên Mehmet û ne jî hestiyên wî nehatine dîtin. Hîn jî hevjîna Mehmet çavê wê li deriye û ew bi hêviya ew ê vegere malê dijî. Der barê bûyerê de û nedîtina faîlan de hevjîna wî Emîne Ertak axivî.
‘Roja ku ji kana komirê derket hat binçavkirin’
Emîneyê anî ziman ku hevserê wê di bin çavan de hate wendakirin û got ku 28 sal ji ser bûyerê re derbas bû, lê hîn jî ne cenaze û ne jî faîl nehatine dîtin û ew roj wiha vegot:” Mehmet karker bû, li kana komirê dixebitî. Her çar zarokên min jî biçûk bûn. Me gelek zor û zehmetî dît. Di wan salan de li bajêr şer û pêvçûnên giran hebûn. Ji ber wê Mehmet li kana komirê 4 şevan û çar rojan dorbêçkirî ma. Di roja pêncan de ji wir derket. Roja ku ji kanê derket agahiya wî ji me re hat û gotin Mehmet ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin. Ew roja ku hatiye binçavkirin me tu agahî jê hilnedan. Roj derbas bûn, hefte derbas bûn, meh derbas bûn lê heta roja îro hîn jî me tu agahî jê negirtin. Mehmet hat wendakirin.”
'28 sal derbas bû lê hîn jî ez bi hêviya hatine Mehmet dijîm'
Emîneyê da zanîn ku ev 28 sal in ew li hevserê xwe digere û got ku miraza wê ew e ku hestiyên hevserê xwe bibîne û wiha pê de çû:” Li gel wendakirina Mehmet em bi zextan re rû bi rû mam û li gel 4 zarokên xwe em li ser xaka xwe koçber bûn. Tevî hemû zehmetiyan û zextan min tu caran dev ji lêgerîna Mehmet berneda. Ez tevlî çalakiyên Dayîkên Şemiyê bûm. Min xwest ez agahiyekê jê bigirim. Ev 28 sal ji ser derbas bû, lê hîn jî ez li Mehmet digerim. Tenê daxwaza min ew e ku ez hestiyên hevserê xwe bibînim. Min zarokên xwe sêwî mezin kirin, ez naxwazim dayikên din zarokên xwe sêwî mezin bikin. Em dixwazin ku goristana Mehmet hebe. Ez û zarokên xwe nebînin jî qet nebe nevîyên min goristana wî bibînin. Ew kesên ku bûne sedema wendakirina Mehmet li ku ne? Çima tên veşartin. Faîl çima nayên cezakirin. Em doza hestiyên xwe dikin. Heta ku faîl neyên dîtin û heta ku ez hestiyên Mehmet nebînim ez ê dev ji lêgerîne bernedim.”
‘Hîn jî ez bi hêviya hatine Mehmet dijîm’
Emîneyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Tirkiye bûye goristana faîlî meçhûlan û da zanîn ku heta ku ew sax be ew ê li hestiyên hevserê xwe bigere û got:” Bi zehmetiyeke mezin min zarokên xwe mezin kirin. Ez 22 salî bûm dema ku Mehmet hatiye wendakirin. Niha ez 50 salî me. Ji wê salê heta roja îro çavên min li Mehmet digerin. Her roj ez li Mehmet dipirsim. Hîn jî ez bawer nakim ku miriye. Hîn jî ez bi wê hêviyê dijîm. Heta ku ez sax bim ez ê doza hestiyên xwe bikim. Ez hatime vî temenê xwe heta niha min dev ji lêgerîna hevserê xwe bernedaye û ez ê tu caran jî dev jê bernedim. Daxwaza min pêkhatina aşitiyeke mayînde ye. Bila êdî bes kurd bên kuştin û wendakirin. ”