'Di rojekê de xebera şehadeta pakrewanên min ji min re hat'

  • 09:02 16 Sibat 2020
  • Rojane
Ferîde Zada-Rûberîn Bekir 
 
ŞEHBA - Dayika Bediya Ebid El-Rehman a ji Efrînê ye û di berxwedana serdemê de du zarokên wê canê xwe feda kirin wiha got:"Mirovên herî delal ên li ber dilê dayikan, zarok in. Di berxwedana serdemê de dayikên Efrînê parçeyên kezeba xwe fedayî axê kirin. Parastina axa welat ji kezebê buhatir e."
 
Berxwedana serdemê gelek destanên qehremaniyê da nivîsandin û di her malbatekê de wêneyê şehîdekî heye. Mirovên ku jiyaneke bi wate ji xwe re hilbijartine li benda xeyalên vegerêne ku pêk werin. Yek ji malbatên ku di berxwedana serdemê de pêşeng bûn û di nav de du zarokên wan Mesûd û Rêzan canê xwe feda kirin malbata Bediya Ebid El-Rehman e. Dayika Bediya temenê wê 64 salî ye. Bi eslê xwe ji gundê Carê yê navçeya Bilbilê ya Herêma Efrînê. Têkildarî mijarê û bi boneya du sal li ser berxwedana serdemê, derbas bûye dayika Bediya çîroka qehremaniya zarokên xwe ji me re parve kir.   
 
'Di êrîşên dagirkeriyê de zarokên min dev ji gundê xwe bernedan'
 
Dayika Bediya di destpêka axaftina xwe de wiha got:" Di destpêka êrîşên dewleta tirk de gundên ser sînor, hatin hedefgirtin. Daxwaza dijmin ew bû ku van gundan yekser dagir bike. Şerekî giran hate jiyîn. Di wan êrîşan de zarokên min dev ji gundê xwe bernedan. Di berxwedana serdemê de dayikên Efrînê parçeyên kezeba xwe fedayî parastina axê kirin. Parastina axa welat ji kezebê buhatir e." 
 
'Di rojekê de xebera şehadeta pakrewanên min ji min re hat'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Bediya bal kişand ser qehremaniya zarokên xwe ya di nava berxwedana serdemê de û wiha dom kir:" Zarokên min bi dilekî germ tevlî refên têkoşînê bûn. Ez bawer im bi heman rihî şer jî kirine. Ez bi zarokên xwe serfiraz im. Di rojekê de xebera şehadeta pakrewanên min ji min re hat. Mizgîniya azadiyê wê qehremaniya wan vebêjê. Azadî bê bedel nayê bidestxistin. Rast e bedel giran e, lê jiyana azad jî hêvî û bi nirx e"