ROJEVA 16'Ê SIBATA 2020'AN

  • 09:00 16 Sibat 2020
  • Rojev
*Dayika Bediya Ebid El-Rehman a ji Efrînê ye û di berxwedana serdemê de du zarokên wê canê xwe feda kirin wiha got:"Mirovên herî delal ên li ber dilê dayikan, zarok in. Di berxwedana serdemê de dayikên Efrînê parçeyên kezeba xwe fedayî axê kirin. Parastina axa welat ji kezebê buhatir e." DÎMEN HEYE
 
*Di sala 1992’an de Mehmet Ertak ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin û ji wê rojê heta niha tu agahî jê nehatin girtin. 28 sal ser bûyerê derbas bûn lê hîn jî Mehmet Ertak ne bi saxî û ne jî mirî nehate dîtin. Hevsera Mehmet, Emîne Ertak diyar kir ku ew ê heta emrê xwe yê dawiyê pey doza Mehmet be û got ku 28 sal ser bûyerê derbas bû, lê ew hîn jî hêvî dike ku wê Mehmet were. DÎMEN HEYE
 
*Nûçegîhana me Melîke Aydin a tahliye bû tiştên di bin çavan de jiya wiha vegot: “Di lêpirsînê de divê rojnamegerî çawa bê kirin vegotin. Hinek pêşniyarên ku divê rojnamegerî ne ji bo gel ji bo dewletê bên kirin, kirin.”
 
*Nesrîn Akgul ya bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ket grevê û piştre veguhert rojiya mirinê, pêvajoya komployê ya ji 1998’an heta niha hatiye destpêkirin nirxand û got: “Bi komployê xwestin PKK’ê bê lîder û gel jî bê pêşeng bihêlin. Ji bo şikandina tecrîda hewcedarî bi têkoşîneke pir alî û topyekun heye. Divê tiştên tên jiyîn di hiqûqê de bê teşhîrkirin." 
 
*Dîba Keskîn diyar kir ku ji bo Kurdî bê jiyîn tenê axaftin têrê nake û got: “Xwedîderketina li ziman tenê axaftin nîne. Divê em li her qada jiyanê bi zimanê xwe binivîsin, lêkolîn bikin, jê hez bikin û pêş bixînin.” BI DÎMEN