Şêniyên Helebê komploya navneteweyî şermezar kirin

  • 17:10 15 Sibat 2020
  • Rojane
HELEB - Bi hezaran şêniyên bajarê Helebê bi dirûşma "Kes nikare roja me tarî bike" meşeke girseyî li dar xistin.
 
Bi minasebeta salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê sibatê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, şêniyên bajarê Helebê daketin qadan û ev roj bi meşekê şermezar kirin. Di meşê de şêniyên Helebê, sazî û dezgehên civaka sivîl amade bûn. Meş ji pêşiya jêrzemîna Yasîn dest pê kir heta taxa şerqî dewam kir. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pakrewanên azadiyê hatibûn hildan.
 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin dengê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat guhdarkirin. Paşê Rêveberiya Kongreya Star Raperîn Heleb axivî û komploya navneteweyî şermezar kir û wiha got: "Em salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo şermezar dikin. Komploya navneteweyî li ser esasê tunekirina felsefeya demokrasiyê hat sazkirin. Heta roja me ya îro komplo dewam e, lê em ê bi sekna gelê xwe ya berxwedêr vê komployê vala derbixinin. Azadiya Rêber Apo xêlasiya gelê bindest e." 
 
Meş bi dirûşma"Bijî Serok Apo" û "Bê serok jiyan nabê" bi dawî bû.