Li Amedê aqûbeta windayan hat pirsîn

  • 15:59 15 Sibat 2020
  • Rojane
AMED - Xizmên Windayan li Amedê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin û aqûbeta windayên xwe pirsin û gotin: "Têkoşîna me bi salane bidome em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Bila herkes zanibe ku em maf dar in. Kesên ku xizmên me winda kirin wê rojekê teqez ew jî winda bikin."
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, di hefteya 575'emîn de çalakiya xwe "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li avahiya komeleyê li dar xistin. Di çalakiya ku xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan tevlîbûn de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiyê de Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Adnan Orhan axivî û diyar kir ku têkoşîna wan a bi salan ji aliyê dewletê ve tê xwestin ku bêtepisandin û wiha got: "Xwezî bila Wezîrê Karê Hundir be xwezî bila rayedarên dewletê bin, kî dibe bila bibe em ê dengê ragihînin kesên ku ji me xizmên windayan aciz in.
  
Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr ku li Girtîgeha Tipa H a Erziromê girtî ye û bavê wî Mehmet Ozdemîr di sala 1997'an de bavê ji aliyê polîsan ve hat revandin û careke din agahî jê nehat girtin, ji çalakiyê re nameyek şand. Mehmet bi kurtasî di nameya xwe ev tişt nivîsandibû: "Dayikên xweşewîst, ji ber têkoşîna we ya 575 hefteyî we teva bi rêzdarî silav dikim û destên we maçî dikim. Em di têkoşîna xwe ya ku bi salan e didin de vî tiştî dixwazin; bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin. Me xwest ku goristaneke me ya ku em biçin ser diayan bikin hebe. Lê mixabin daxwazên me ji aliyê rayedaran ve tên paşguhkirin. Têkoşîna me bi salan bidome jî em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Bila herkes zanibe ku em maf dar in. Kesên ku xizmên me winda kirin wê rojekê teqez ew jî winda bikin."
 
Piştî xwendina nameya Mehmet Ozdemîr, çîroka Bedriye Gumuş ku di sala 1992'yan de dema şermezarkirina serdegirtinên malan ji aliyê leşkeran ve hat kuştin, hat xwendin. Di çalakiyê de xwişka Alî Tekdag û Mehmet Tekdag ku di bin çavan de hatibûn qetilkirin Îffet Tekdag jî axaftineke kurt kir û diyar kir ku tenê 2 birayên wê hebûne û wê qet kesên ku her du birayên wê kuştine, efû neke.