TUAY-DER: Tecrîdê bi dawî bikin û mirinan rawestînin

  • 12:34 15 Sibat 2020
  • Rojane
AMED - Bi minasebeta salvegera komploya navneteweyî TUAY-DER daxuyaniyek da çapemeniyê û got: "Di hiqûqa Tirkiye û navneteweyî de tecrîd sûc e. Divê tecrîd bê bi dawîkirin. Tecrîdê bi dawî bikin û mirinan rawestînin."
 
Di salvegera komploya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) li avahiya xwe daxuyaniyek dan çapemeniyê. Nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya 78'an, Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe Windakirine (MEDYA-DER), endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê û malbatên girtiyan tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla hevserokê TUAY-DER'ê Mehmet Emîn Guzel ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku 21 sal li ser komploya navneteweyî derbas bû û wiha dom kir daxuyanî: 'Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî hat dîl girtin. Bi komploya 15'ê Sibatê xwestin jiyana hevpar a gelên Tirkiyeyê têk bibin. Komplo bi armanca geşkirina faşîzmê hat pêk hat. Xwestin Gelê Kurd û Tirk bixin nava pêvajoyeke pevçûnê. Lê birêz Abdullah Ocalan li dijî rêxistinên gladyoyê her tim yekitiya gelan parast. Bi nêzîkatiya Abdullah Ocalan armanca gladyoyê têk çû.
 
Ji sedî 70 welatî piştgirî da pêvajoyê 
 
Nameya Abdullah Ocalan ya derbarê 'Pevajoya Çareseriyê' di sala 2013'yan de li Amedê di Newrozê de hat xwendin. Ev tişt ji bo aştiyê girîng bû. Lê belê hêzên navneteweyî li dijî helwesta birêz Abdullah Ocalan bêtir komplo kûr kirin. Li hemberî hestiyariya Gelê Kurd li Îmraliyê terîd bêtir hat kûrkirin. Bi hincetên vala hevdîtina malbat û parêzeran hatin astengkirin. Astengî heta sala 2013'an dom kir. Ji sedî 70 welatî piştgirî da pêvajoya çareseriyê. Ji sala 2013'yan heta sala 2016'an li welat rewşek aram hebû. Lê piştî darbeya 15'ê tîrmehê di serî de li Îmraliyê û li hemû girtîgehan zext û îşkence gihaşt asta herî jor. Li hemû girtîgehan tecrîd hat pêş xistin û girtiyên nexweş nehatin tedawîkirin."
 
Greva birçibûnê rojiya mirinê... 
 
Li dijî tecrîdê bi pêşengiya birêz Leyla Guven, 3 hezar girtî dest bi greva birçibûnê kirin. Ji bo hevdîtin bi rêk û pêk bê greva birçibûnê hatibûn destpêkir. Piştre jî 30 girtî dest bi rojiya mirinê kirin. Grevên birçibûnê 6 meh dom kir. Bi peyama birêz Abdullah Ocalan greva birçibûnê û rojiya mirinê hatin bidawîkirin. Di vê pevajoyê de tenê 5 hevdîtin hatin kirin. Pişt re dîsa hevdîtina parêzeran a Îmraliyê hat astengkirin. 
 
Tecrîdê bi dawî bikin
 
Em wekî komeleya TUAY-DER'ê bang dikin ku divê hevdîtina bi birêz Ocalan re carek din dest pê bike. Zext û îşkenceyên li girtîgehan divê bên bi dawîkirin. Di hiqûqa Tirkiye û navneteweyî de tecrîd sûc e. Tecrîdê bi dawî bikin û mirinan rawestînin. Em azadiya birêz Ocalan û girtiyên siyasî dixwazin."