Şeradariya gel li Wargeha Berxwedanê dar çandin
- 14:05 9 Sibat 2020
- Rojane
ŞEHBA - Şaredariya Gel a Herêma Şehbayê 150 darên selwî li Wargeha Berxwdanê ya koçberên Efrînê çand.
Şeradariya gel a Herêma Şehbayê bi alîkariya saziyên sivîl li herêmê û ji ber girêdana şêniyên Efrînê bi ax û şînkayiyê ve, li Wargeha Berxwdanê 150 darên selwî, çandin. Ji bo çandiniyê gelek kes hatin erkdarkirin. Xwezaya Efrînê û bîranînên xweş ên bêhna xwezayê, şêniyan ji Efrînê yên koçber di dema çandina daran de di bîra xwe de anîn. Piştî ku dewleta tirk xwezeya Efrînê talan kir û darên zeyîtûnan bi temamî birîn, şêniyan xwestin vê pêyamê bidin dagirkeran ku ew li ku bin wê xweza bê parastin.
Piştî çandina daran şêniyan spasiya Şaredariya Gel kir.