Şeradariya gel li Wargeha Berxwedanê dar çandin 2020-02-09 14:05:56   ŞEHBA - Şaredariya Gel a Herêma Şehbayê 150 darên selwî li Wargeha Berxwdanê ya koçberên Efrînê çand.    Şeradariya gel a Herêma Şehbayê bi alîkariya saziyên sivîl li herêmê û ji ber girêdana şêniyên Efrînê bi ax û şînkayiyê ve,  li Wargeha Berxwdanê 150 darên selwî, çandin. Ji bo çandiniyê gelek kes hatin erkdarkirin.  Xwezaya Efrînê û bîranînên xweş ên bêhna xwezayê, şêniyan ji Efrînê yên koçber di dema çandina daran de di bîra xwe de anîn. Piştî ku dewleta tirk xwezeya Efrînê talan kir û darên zeyîtûnan bi temamî  birîn, şêniyan xwestin vê pêyamê bidin dagirkeran ku ew li ku bin wê xweza bê parastin.    Piştî çandina daran şêniyan spasiya Şaredariya Gel kir.