Li Edeneyê du hunermendên kurd hatin binçavkirin
- 12:08 8 Sibat 2020
- Rojane
EDENE - Li Edeneyê di encama serdegirtina malan a serê sibehê de hunermendên kurd Jiyan Savci û Îlyas Arzû hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de polîsan bi ser malên hunermendên kurd Jiyan Savci û Îlyas Arzû de girtin û kirin bin çavan. Polîsên ku li malê lêgerîn kirin dest xistin ser materyalên dîjîtal û hinek pirtûk. Lêgerîna li malê didome. Polîsan Jiyan û Îlyas birin Şaxa Sîyasî ya Muduriyeta Emniyeta Edeneyê.
Hinceta binçavkirina hunermendan nehat hînbûn û biryara veşartinê derbarê dosyayên wan de hat girtin.