Li Edeneyê du hunermendên kurd hatin binçavkirin 2020-02-08 12:08:04   EDENE - Li Edeneyê di encama serdegirtina malan a serê sibehê de hunermendên kurd Jiyan Savci û Îlyas Arzû hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de polîsan bi ser malên hunermendên kurd Jiyan Savci û Îlyas Arzû de girtin û kirin bin çavan. Polîsên ku li malê lêgerîn kirin dest xistin ser materyalên dîjîtal û hinek pirtûk. Lêgerîna li malê didome. Polîsan Jiyan û  Îlyas birin Şaxa Sîyasî ya Muduriyeta Emniyeta Edeneyê.    Hinceta binçavkirina hunermendan nehat hînbûn û biryara veşartinê derbarê dosyayên wan de hat girtin.