Ji ber talûkeya aşûtê hinek rê hatin girtin
- 09:57 8 Sibat 2020
- Rojane
WAN - Walîtiya Wanê ji ber talûkeya berf û aşûtê hinek rê ji bo trafîkê girt.
Walîtiya Wanê di daxuyaniya ku da de anî ziman ku ji ber talûkeya berf û aşûtê hinek rê ji bo trafîkê girtine.
Derbasoka Kurubaş a Rêya Wan-Payizava ji ber berfa zêde, Mewkiya rêya Wan-Colemêrg û rêya Wan-Şax ji ber berf û talûkeya aşûtê saet ji 22.00 şevê de ji trafîkê re hatin girtin.