Ji ber talûkeya aşûtê hinek rê hatin girtin 2020-02-08 09:57:48   WAN - Walîtiya Wanê ji ber talûkeya berf û aşûtê hinek rê ji bo trafîkê girt.    Walîtiya Wanê di daxuyaniya ku da de anî ziman ku  ji ber talûkeya berf û aşûtê hinek rê ji bo trafîkê girtine.    Derbasoka Kurubaş a Rêya Wan-Payizava ji ber berfa zêde, Mewkiya rêya Wan-Colemêrg û rêya Wan-Şax ji ber berf û talûkeya aşûtê saet ji 22.00 şevê de ji trafîkê re hatin  girtin.