'Em ê di 8'ê Adarê de ji bo Meşa Şevê ya Femînistan dîsa li kuçeyan bin'

  • 13:53 7 Sibat 2020
  • Rojane
STENBOL - Dê jin ji bo 18'emîn Meşa Şevê ya Femînîstan di 8'ê Adarê de derkevin qadan. 
 
Ew ê îsal jî di 8'ê Adarê de Meşa Şevê ya Femînistan bê lidarxistin. Jinan gotin:"Li dijî tezahura hemû tundiyên mêran em ê di 8'ê Adarê de ji bo 18'emîn Meşa Şevê ya Femînistan dîsa li kuçeyan bin."
 
Jinan wiha berdewam kirin:"Bi çoş, bi rengên xwe, bi hêvî û hêrsa xwe em ê li pêş Navenda Çandê ya Firansayê hevdu bibînin. Em ê di 8'ê Adarê de qadan vala nehêlin."
 
Dê jin di 8'ê Adarê de saet di 19.00'an de li ber Navenda Çandê ya Firansayê werin gel hevdu û ber bi Tunela Taksîmê ve bimeşin.