'Em ê di 8'ê Adarê de ji bo Meşa Şevê ya Femînistan dîsa li kuçeyan bin' 2020-02-07 13:53:57   STENBOL - Dê jin ji bo 18'emîn Meşa Şevê ya Femînîstan di 8'ê Adarê de derkevin qadan.    Ew ê îsal jî di 8'ê Adarê de Meşa Şevê ya Femînistan bê lidarxistin. Jinan gotin:"Li dijî tezahura hemû tundiyên mêran em ê di 8'ê Adarê de ji bo 18'emîn Meşa Şevê ya Femînistan dîsa li kuçeyan bin."   Jinan wiha berdewam kirin:"Bi çoş, bi rengên xwe, bi hêvî û hêrsa xwe em ê li pêş Navenda Çandê ya Firansayê hevdu bibînin. Em ê di 8'ê Adarê de qadan vala nehêlin."   Dê jin di 8'ê Adarê de saet di 19.00'an de li ber Navenda Çandê ya Firansayê werin gel hevdu û ber bi Tunela Taksîmê ve bimeşin.