Aşûrî û Suryaniyên Til Temirê Rojiya Nînwa bi dawî kirin

  • 15:22 5 Sibat 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Aşûrî û Suryaniyên navçeya Til Temirê Rojiya Nînwa ku 3 rojan dewam kir, bi dawî kirin. 
 
Aşûriyên li seranserî cîhanê dijîn beriya 3 rojan dest bi Rojiya Nînewa yê kirin. Rojiya Nînwa tê wateya ku mirov çiqasî xwedî îradeye ku bikaribe tenduristiya xwe biparêze û baweriya wî bi xweda xurt be. Da ku xweda şaştiyên mirovan û sûcên kirine efû bikin rojiya Nînwa tê girtin.
 
Îro jî Aşûriyên Til Temirê rojiya ku girtibûn bi qidasekî ku li Dêra Meryem El-Ezra çêbû, bi dawî kirin.
 
Nînwa navnîşana îradeya Gelê Aşûrî ye
 
Baxos Îşaya ku qidas bi rê ve dibe jî li gorî ol û baweriya Gelê Aşûrî, nimêj kir û teratîlên olî xwendin. Paşê wiha got: "Em xwedî şaristiniyê ne, parastina çand, ol û baweriya vî gelî ji me tevahî tê xwestin. Ruxmî ku bi sedan ji gelê me koç bûn, lê em ê xwedî li mîrasê dapîr û bapîrê xwe derkevin. Nînwa navnîşana îradeya Gelê Aşûrî ye."
 
Piştî axaftinê Koma Koral a dêrê taybet ji bo Rojiya Nînwa nimêj kirin. 
 
Bi xwarina pariyek nan rojiya 3 rojan dewam dikir, bi dawî bû.
 
Kesên ku rojî girtibûn zingilê dêrê hejandin, derketin û dayikên ku xwarin li malên xwe çêkiribûn û anîbûn dêrê, xwarin, ji ber ku wekî xêr û bereketekê tê nasîn.