Aşûrî û Suryaniyên Til Temirê Rojiya Nînwa bi dawî kirin 2020-02-05 15:22:15   HESEKÊ - Aşûrî û Suryaniyên navçeya Til Temirê Rojiya Nînwa ku 3 rojan dewam kir, bi dawî kirin.    Aşûriyên li seranserî cîhanê dijîn beriya 3 rojan dest bi Rojiya Nînewa yê kirin. Rojiya Nînwa tê wateya ku mirov çiqasî xwedî îradeye ku bikaribe tenduristiya xwe biparêze û baweriya wî bi xweda xurt be. Da ku xweda şaştiyên mirovan û sûcên kirine efû bikin rojiya Nînwa tê girtin.   Îro jî Aşûriyên Til Temirê rojiya ku girtibûn bi qidasekî ku li Dêra Meryem El-Ezra çêbû, bi dawî kirin.   Nînwa navnîşana îradeya Gelê Aşûrî ye   Baxos Îşaya ku qidas bi rê ve dibe jî li gorî ol û baweriya Gelê Aşûrî, nimêj kir û teratîlên olî xwendin. Paşê wiha got: "Em xwedî şaristiniyê ne, parastina çand, ol û baweriya vî gelî ji me tevahî tê xwestin. Ruxmî ku bi sedan ji gelê me koç bûn, lê em ê xwedî li mîrasê dapîr û bapîrê xwe derkevin. Nînwa navnîşana îradeya Gelê Aşûrî ye."   Piştî axaftinê Koma Koral a dêrê taybet ji bo Rojiya Nînwa nimêj kirin.    Bi xwarina pariyek nan rojiya 3 rojan dewam dikir, bi dawî bû.   Kesên ku rojî girtibûn zingilê dêrê hejandin, derketin û dayikên ku xwarin li malên xwe çêkiribûn û anîbûn dêrê, xwarin, ji ber ku wekî xêr û bereketekê tê nasîn.