Şaredariya Sîlopiyê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin

  • 14:56 26 Çile 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Şaredariya HDP’ê ya Sîlopiyê, ji bo mexdûrên erdheja Xarpêtê, dest bi kampanyeya alîkariyê kir. 
 
Şaredariya Sîlopî ya Şirnexê ya di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, ji bo mexdûrên erdheja Xarpêtê dest bi kampanyaya alîkariyê kir. Şaredariyê di daxuyaniya da de wiha got: “Em ji gelê bajêr daxwaz dikin ku ji bo betanî, alav, cil û kincên zarokan alîkariyê bikin.” 
 
Şaredariyê diyar kir ku ew ê di demek kurt de alîkariyê li garaja agirkujê berhev bikin û bibin herêma erdhejê.