Şaredariya Sîlopiyê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin 2020-01-26 14:56:14   ŞIRNEX - Şaredariya HDP’ê ya Sîlopiyê, ji bo mexdûrên erdheja Xarpêtê, dest bi kampanyeya alîkariyê kir.    Şaredariya Sîlopî ya Şirnexê ya di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, ji bo mexdûrên erdheja Xarpêtê dest bi kampanyaya alîkariyê kir. Şaredariyê di daxuyaniya da de wiha got: “Em ji gelê bajêr daxwaz dikin ku ji bo betanî, alav, cil û kincên zarokan alîkariyê bikin.”    Şaredariyê diyar kir ku ew ê di demek kurt de alîkariyê li garaja agirkujê berhev bikin û bibin herêma erdhejê.