6'emîn salvegera Rêveberiya Xweser hat pîrozkirin
- 16:41 21 Çile 2020
- Rojane
QAMIŞLO - Li Amûdê 6'emîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser, bi şahiyekê hat pîrozkirin.
Bi pêşengtiya Meclisa Tenfîzî ya Herêma Cizîrê, 6’emîn salvegera damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li hola Beylesan ya navçeya Amûdê hat pîrozkirin. Şahî bi beşdarbûna Partiyên siyasî, rewşenbîr, saziyên civaka sivîl, endam û rêveberên Rêveberiya Xweser û Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Ilham Ehmed, pêk hat. Şahiyê bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, dest pê kir.
Koma Orkestra Rojava muzîk bi awazên cuda pêşkêş kirin. Her wiha sînevizyonek li ser kar û xebatên Rêveberiya Xweser yê salekê, hat pêşkêşkirin. Paşê axaftin hatin kirin.
Hevseroka Meclisa Tenfîzî ya Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê, Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Ilham Ehmed, Cîgira Desteya Meclisa Tenfîzî ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elîzabêt Gewriyê û li ser navê hêzên leşkerî Fermendara YPJ Rojda Şiyar axivîn.
Kesên ku axivîn wiha gotin: "6'emîn damezirandina Rêveberiya Xweser li hemû pêkhateyên herêmê em pîroz dikin. Damezrandina Rêveberiya Xweser yekemîn gav bû ku gelê vî welatî bi awayekî wekhev, bijîn. Esasê xwedîderketina pêwîstiyên gel ji aliyê rêveberiyê de, hatin pêkanîn. Gelek serkeftinên cuda hatin bidestxistin. Rêveberiya Xweser pênaseya demokratîk e û azadiya gelan pênase dike. Em bi hêvî ne ku salê bên, bibin salên serkeftinê û aramiyê."
Di dawiya şahiyê de helbestvan û hûnermendên Kurd, Ereb û Sûriyan Nisrîna Botan, Rabî Moro, Cemla Fûaad û Ferhadê Merdê helbest û stran, pêşkêş kirin.