6'emîn salvegera Rêveberiya Xweser hat pîrozkirin 2020-01-21 16:41:32   QAMIŞLO - Li Amûdê 6'emîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser, bi şahiyekê hat pîrozkirin.    Bi pêşengtiya Meclisa Tenfîzî  ya Herêma Cizîrê, 6’emîn salvegera damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li hola Beylesan ya navçeya Amûdê hat pîrozkirin. Şahî  bi beşdarbûna Partiyên siyasî, rewşenbîr, saziyên civaka sivîl,  endam û rêveberên Rêveberiya Xweser û Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Ilham Ehmed, pêk hat. Şahiyê bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, dest pê kir.  Koma Orkestra Rojava muzîk  bi awazên cuda pêşkêş kirin. Her wiha sînevizyonek li ser  kar û xebatên Rêveberiya Xweser yê salekê, hat pêşkêşkirin. Paşê axaftin hatin kirin.    Hevseroka Meclisa Tenfîzî  ya Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê, Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Ilham Ehmed, Cîgira Desteya Meclisa Tenfîzî  ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elîzabêt Gewriyê û li ser navê hêzên leşkerî Fermendara YPJ  Rojda Şiyar axivîn.   Kesên ku axivîn wiha gotin: "6'emîn damezirandina Rêveberiya Xweser li hemû pêkhateyên herêmê em pîroz dikin. Damezrandina Rêveberiya Xweser yekemîn gav bû  ku gelê vî welatî  bi awayekî wekhev, bijîn. Esasê xwedîderketina pêwîstiyên gel ji aliyê rêveberiyê de, hatin pêkanîn. Gelek serkeftinên cuda hatin bidestxistin. Rêveberiya Xweser pênaseya demokratîk e û azadiya gelan pênase dike. Em bi hêvî ne ku salê bên, bibin salên serkeftinê û aramiyê."    Di dawiya şahiyê de helbestvan û hûnermendên Kurd, Ereb û Sûriyan Nisrîna Botan, Rabî Moro, Cemla Fûaad û Ferhadê Merdê helbest û stran, pêşkêş kirin.