ROJEVA 17'Ê ÇILEYÊ YA 2020'AN

  • 09:00 17 Çile 2020
  • Rojev
 
*Xwendekarên Kobanê nêrînên xwe di derbarê êrîşên dewleta tirk û bandora neyînî ya şer ku li xwendina salê kiriye anîn ziman û gotin: "Êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê, wê li pêşiya xwendina me nebe asteng." DÎMEN HEYE
 
*Elîf Kisa ya 64 salî di 3’ê Kanûnê Roja Astengdarên Cîhanê de ji du zarokên wê yên astengdar hat kirin û hat girtin. Elîf Kisa tevî hemû zor û zehmetiyan hêviya xwe ya jiyanê winda nekir. Keça wê Hatîceyê wiha got: “Dayika min jinek gelek xurt û jiyana wê bi êş derbas bûye.” Elîf li girtîgehê herî zêde bêriya zarokên xwe dike.”
 
*Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê ku kongreya xwe ya asayî pêk anî lez da xebatên xwe. Jin, ciwan û kedkaran diyar kirin ku divê li dijî polîtîkayên zextê yên AKP’ê bibin yek. Hevseroka navendê ya dema berê Sultan Bayindir xebatên dema nû nirxand. Sultanê wiha got: “Dixwaze HDP’î be dixwaze nebe em li taxan hewl didin xwe bigihînin hemû jinan û em ê bi hemû jinan re li dora têkoşînê bibin yek, hêza xwe bikin yek.”DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka nexweşxaneya dil û çav Gulistan Ezîz têkîldarê nexweşxaneya dil û çav axivî û got: "Hêviya ku gelê me ji me dike em ê li gor hêviya wan tev bigerin. Hêviya me jî ew e ku em di sala 2020'an de karekî hîn serkeftî û firehtir bi rêve bikin."DÎMEN HEYE
 
*Semra Guzel ya HDP’î polîtîka derve ya AKP’ê ya der barê geşedanên li Lîbyayê de dimeşîne, nirxand û got: “Tirkiye li Lîbyayê jî wê tenê bimîne. Lê ji xwe derdê AKP’ê ne berjewendiyên welat e. Şer birîna bixwîn ya welat e. Em ê tu car nebin aliyê ku vê birînê teze dike.” DÎMEN HEYE 
 
*Li dayika girtiyê bi navê Azîz Tufan, Aysel Tufan bi hinceta ku alîkarî daye malbata girtiyê Kurd yê Îranî, sê meh cezayê hevdîtinê lê hat birîn. Aysel Tufan serî li ÎHD’ê da û da zanîn ku malbata Îranî 17 sale zarokê xwe nedîtiye û got: “Li Tirkiyeyê ne mafê axaftin ne jî, hiqûq û ne jî edalet heye.”DÎMEN HEYE 
 
*Parlamentera HDP'ê Remziye Tosyun derbarê "Komxebata Netweyî" ku wê di çarçoveya xetên tifaqa neteweyî de bê lidarxistin axivî û got ku yekitiya neteweyî ji bo gelên Rojhilata Navîn girîng e. Remziye wiha got: "Di yekitiya neteweyî de wê kurd, fars, ereb, suryanî, ermenî û tirk bi ser kevin. Herwiha wê êzidî, elewî, suryanî, xiristyan û yahudî bi ser kevin." BI DÎMEN