Dîrayet Dîlan Taşdemîr: Em ê bi konferansa jinê hêviyê mezin bikin

  • 14:51 16 Çile 2020
  • Rojane
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr anî ziman ku siyaseta çewisandinê ya li ser jinê didome û got ew ê di rojên pêş de bi beşdarbûna nêzî 400 jinê ew ê konferansa jinê pêk bê û ew bi vê konferansê hêvî mezin bibe 
 
Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr li avahiya navenda giştî ya partiya xwe derbarê mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist.
 
'Divê ev welat mijara girtîgehan bike rojeva xwe'
 
Dirayetê bi bîranîna Nurcan Bakir a ku do li Girtîgeha Tipa T ya Burhaniyeyê dawî li jiyana xwe anî dest bi axaftina xwe kir û got:"Nurcan Bakir a ku ev 28 sal in di girtîgehê de bû di heman demê de nexweş bû. Her roj li girtîgehan girtiyek jiyana xwe ji dest dide. Ji ber şerd û mercên ne baş ên girtîgehan divê ev welat mijara girtîgehan bike rojeva xwe. Binpêkirina mafan pir zêde ne. Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan."
 
'Li ser hevalên Gulistan Doku zext heye'
 
Dirayetê wiha dewam kir:"Em ji bo Gulîstan çûn Dêrsimê. Me bi malbata wê re hevdîtin pêk anî. Me daxuyanî da. Li ser sazî û hevalên Gulistanê zext hene. Bi vî hawî dixwazin ser vê bûyerê bigirin."
 
'Ji ber polîtîkayên bêcezabûnê zext û îstismar zêde dibin'
 
Dîrayetê wiha dewam kir:"Li Dêrsimê mêrê bi navê Harun nêzî 15 zarokî tacîz kir. Bingeha polîtik a vî şexsî me dixe fikarê. Berê jî zarokek astendara mejî îstimar kiribû û derbarê wî de biryara bêşopandinê hatibû dayin. Li Cizîrê jî li dibistanan bûyerên îstismarê zêde dibin. Di hefteyên borî de li Şirnexê mudurekî dibistanê zarok tacîz kiribû. Ji ber polîtîkayên bêcezabûnê zext û îstismar zêde dibin."
 
Em ê bi konferansa jinê hêviyê mezin bikin
 
Dîrayetê wiha bi dawî kir:"Siyaseta çewisandinê ya li ser jinê didome. Ew ê di rojên pêş de bi beşdarbûna nêzî 400 jinê ew ê konferansa jinê pêk bê û ew bi vê konferansê hêvî mezin bibe."