Rewşa jina girtî Sitî giran dibe: Dayîka min rizgar bikin

  • 09:08 16 Çile 2020
  • Rojane
Zeynep Durgut 
 
WAN - Girtiya nexweş Sitî Goren tevî nexweşiya xwe ya giran  saleke û du meh in li girtîgehê têkoşîna jiyanê dide. Kurê Sitiyê bang li komeleyên mafên mirovan kir ku dayîka wî rizgar bikin. 
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê û heremê binpêkirina mafên girtiyan her ku diçe zêde dibe. Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehan 457 jê giran, bi giştî hezar û 333 girtiyên nexweş ên ku divê bên berdan hene.  Di  sala 2019’an de bi dehan girtiyên siyasî tevî Rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya ‘Nikare li girtîgehê bimîne’ bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin û jiyana xwe ji dest dane. Yek ji girtiyên nexweş dayika jî Sitî Goren a 70 salî ye. Dayika Sitî di sala 2011’an de bi îdaya ‘Endama rêxistinê’ tê girtin, 9 mehan li girtîgeha Bedlîsê maye û piştre tê tahliyekirin. Sitî piştî tê tahliyekirin ji aliyê dadgeha bilind ve 3 sal û 3 meh cezayê girtîgehê ku lê têbirîn  tê erkirin û di sala 2019’an de meha mijdarê de tê girtin û dişînin girtîgeha Tîpa T ya Wanê. Di her du milên dayika Sitî de platîn  heye û nexweşa  şeker û tansiyonê ye. 
 
‘Dayîka min jineke 70 salî ye wê çi zirara wê bigihîje kê ?’
 
Têkîldarî rewşa dayîka  Sitî kurê wê Îsa Goren agahî dan û anî ziman ku dayika Sitî nikare li girtîgehê bimîne û got ku rewşa wê her ku diçe giran dibe û ev tişt ragihandin:” Dayîka min di sala 2011’an de 9 mehan li girtîgeha Bedlîsê de ma. Piştî ku ji aliyê dadgeha bilind ve cezayê wê hat erêkirin di sala 2019’an de hate girtin.  Dayîka min ev salek û du mehin  li girtîgehê  tekoşîna jiyanê dide. Hîna 7 meh cezayê dayika min heye. Dayîka min nexweşe û rewşa wê jî  giran e. Hem her du milên wê şikestine û milên wê de  platîn heye  û hem jî nexweşiya wê ya tansiyon û şeker heye. Dayîka min nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bîne cih. Bi alîkariya hevalên xwe yên girtîgehê pedivîyên wê tên bicihanîn. Dayîka min jineke 70 salî ye wê çi zirara wê bigihîje kê ? Em dixwazîn dayîka min bê berdan” 
 
‘Li erdê kaş dikin dibin revîrê’
 
Îsa bi lêv kir ku ji ber Sitî di bin şert û mercên girtîgehê de dijî di çûyina revîrê de zehmetiyê dikşîne û got ku di hevdîtina herî dawî de gotibû ku ew van şert û mercan şermezar dike û ji ber wê jî êdî naçe  revîrê û ev tişt anî ziman:” Dayîka min bê sedem hatiye girtin. Tu sucê wê tune ye. Miroveke 70 salî ji bo dewlete çawa gef e ? Di hevdîtina herî dawî de dayîka min got ‘Ez dixwazim bêm berdan û di bin şert û mercên girtîgehê  de ez êdî nikarim zêde li ber xwe bidim’  Her roj dayîka min dibin revîrê. Ji ber ku nexweşiya wê girane di çûyîn û vegerê de  zehmetiyê dikşîne. Di hevdîtina herî dawî de  ji me re got  min kaş dikin dibin tînin ez ji vê yekê pir zêde aciz im û ji bo şermezarkirin şert û mercên girtîgehê ez çûyina revîrê qebûl nakim û  ez êdî naçim. Wekî ku hinekan birevînin wisa dibin revîrê.”
 
‘Dayîka min rizgar bikin’
 
Di dawiya axaftina xwe de Îsa bang li saziyên  mafên mirovan kir ku li dijî van binpêkirinên mafan bêdeng nemînin û wiha axaftina xwe bi dawî kir:” Tu zirara dayîka min ji kesî re nine. Ji vê zilmê re êdî bese. Ez dixwazim ku dayîka min bê berdan. Divê dayîka min ne li girtîgehê, li derve tedawiya xwe bibîne. Wekî malbat em dixwazîn sazî û komeleyên mafên mirovan dengê dayîka min bidin bihîstin û dayîka min rizgar bikin.  dayîka min divê bê berdan û di nav şert û mercên baş de tedawî bibe.”