Li Rojava ji bo damezrandina Kongreya Star semîner hatin lidarxistin

  • 16:13 15 Çile 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya damezrandina Rêxistina Kongreya Star a 4'emîn li Rojava semîner û şahî hatin lidarxistin.
 
Di 15'ê Çileya 2016'an de Kongreya Star xwe weke tevgera jinê ya Rojava îlan kir. Bi boneya damezrandina Rêxistina Kongreya Star li bajarê Hesekê, Qamişlo, Kobanê û Dêrîkê semîner û pîrozbahî hatin lidarxistin.
 
Li Qamişloyê semîner û şahî hatin lidarxistin
 
Bi boneya salvegera damezrandina Kongreya Star, li bajarê Qamişloyê semîner û şahî  li hola seyranê hat lidarxistin. Di semînerê de bi dehan jin amade bûn. Hol bi wêneyên Hevrîn Xelef, Sakîne Cansiz, Avesta Xabûr û pankarta bi nivîsa "Bi rihê berxwedana Sakîne û Hevrînan em ê faşîzm û dagirkeriyê têk bibin" hatibû xemilandin. Semîner bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê  Semîner ji aliyê Rêveberiya Kongreya Star Xalye Yûsif ve hat dayîn.
 
Xalye salvegera damezrandina Kongreya Star li hemû jinan pîroz kir û wiha got: "Kongreya Star bû pêşenga tevahî jinên cîhanê. Bi avabûna Kongreya Star peyamek giştî ji tevahî jinên cîhanê re hat ragihandin. Pîvanê Kongreya Star jî fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Armanc û karê Kongreya Star rêxistinkirin û perwerdekirina jinan e. Em hemû şehîdên jin bi bîr tînin û soza şopandina rêya wan nû dikin."
 
Piştî semînerê şahî dest pê kir. Di şahiyê de koma Resen a stranan û hunermend Ridwan Dêrîkî û Hêvîn Rojava stranên xwe pêşkêş kirin. 
 
Herî dawî şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
 
Li Hesekê salvegera Kongreya Star hat pîrozkirin
 
Di 15'ê meha Çileya 2016'an de Kongreya Star xwe weke sîwana tevgera jinê ya Rojava îlan kir. Bi boneya 15’emîn salvegera Kongreya Star Endam û Rêvberiyên komîteyên  Kongreya Star a Kantona Hesekê bi şahiyekê damezrandina Kongreya Star pîroz kirin. Şahî li navenda  Kongreya Star a Kantona Hesekê dest pê kir.
 
'Kongreya Star mîrasê dîroka tevgera jinê ya cihanê ye'
 
Di destpêka şahiyê de Endama Koordînasyona Kongreya Star Evîn Paşo axivî û wiha got: "Destpêkê  salvegera Kongreya Star li hemû jinên şoreşger, têkoşer, berxwedêr û azadîxwaz pîroz dikim û em dibêjin ev mîrasa ku ji dîroka tevgera jinê ya cîhanê hatiye girtin wê ji aliyê Kongreya Star ve, li her qadên têkoşîn û jiyanê bê berdewamkirin."
 
Evînê di dawiya axaftina xwe de got: "Em ê heta dawî li ber xwe bidin û asta têkoşînê mezin bikin."
 
Şahî bi gerandina govendê û belavkirina şîraniyan bi dawî bû.
 
Semîner li Dêrîkê hat lidarxistin
 
Bi boneya salvegera damezrandina Kongreya Star, Endamên Kongreya Star a Dêrîkê semînerek di derbarê avabûna Kongreya Star  li çand û hunera şehîd Dicle ya bajarê Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişloyê li dar xistin. Her wiha di semînerê de bi dehan jin amade bûn. 
 
Semîner bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê semîner ji aliyê Rêveberiya Kongreya Star Wesfê Murad ve hat dayîn.
 
Wesfê salvegera damezrandina Kongreya Star li hemû jinan pîroz kir û wiha got: "Bi rêxistinkirina jinan gelek zehmetî jî hatin jiyîn, lê me armanca xwe pêk anî û rêxistina jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kir. Me gelek bedelên giran dan û em gihaştin vê astê. Em ê heta dawiyê pê fikir û felsefeya Rêber Apo bin, ji ber ew mafê jinê diparêze."
 
Semîner bi şahî û belavkirina şêraniyê bi dawî bû.  
 
Li Kobanê salvegera Kongra Star bi şahiyekê hat pîrozkirin
 
15'emîn salvegera rêxistina Kongra Star bi şahiyekê li eywana Firatê hat pîrozkirin.
 
Salvegara damezrandina Rêxistina Kongreya Star li eywana Firatê ya Kobanê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Bi sedan şêniyên Kobanê û mêvan ji bajarê Minbic û Girê Spî beşdar bûn. Jin bi cil û bergên gelêrî tevlî şahiyê bûn. Eywan bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan,  Hevrîn Xelef, Eyşa Mistefa, Amara Rênas, alên Kongra Star û pankarta bi nivîsa "Jin Rojava diparêzin" hatibû xemilandin. Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê li ser navê Kongreya Star Zehra Berkel, hevseroka şaredariya navçeya Elbajlî ya girêdayî bajarê Girê Spî Zerîfe Mewas û berdevka Meclisa Jinê ya bajarê Minbicê Ibtîsam Ebid El-Qadir axivîn û 15'emîn salvegera Kongra Star li tevahî jinan  pîroz kirin.
 
Paşê daxuyaniya li ser navê hêza YPJ'ê ji aliyê endama Koordînasyona Kongar Star ya herêma Firatê Mizgîn Xelîl ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Bi hezaran jinên qehreman navên xwe bi xwîna xwe nivîsandin, di riya heqîqetê de bûne hêvî û qîrînek bê dawî ji jinên cîhanê re. Ew qêrîn bûn serî rakirina li hemberî pergala pênc hezar sal. Ji Avesta heya Amaran tekoşîna jina azad îro rêhevaltî û baweriya Rêber Apo şoreşa Rojava kirin şoreşa jinê. Bi nasnemeya kurd, ereb, suryan û tirkmenan bûn zimanê hemû jinên bindest. Vaye îro keçên agir û rojê bi berxwedaneke bi rûmet rûreşiya Dehaqê sersala 21'an parçe kirin. Ala serketinê hildan asîmanê Kurdistana rengîn. Wekî hêza YPJ'ê jî em îro têkoşîna xwe bi hêza jina azad misoger dikin. Bi dirûşma "Jina şer dike azad dibe azad dibe bedew dibe bedew dibe tê hezkirin" ber xwe dide. Li ser vî esasî em weke şervanên azadiyê 15'emîn salvegera Kongreya Star li Rêberê PKK´ê Abdullah Ocalan, tevgera jinên azadîxwaz û hemû jinên ku li ber xwe didin pîroz dikin."
 
Paşê Şaredariya Kobanê û Meclisa Jinên Suriyeyê bi xelata wêneya jina azad û kulîlkan salvegera Kongreya Star pîroz kirin. Her wiha ji Kevana Zêrîn Dansa Sariya û Silava Mihemed sitran pêşkêş kirin.
 
Şahî bi gerandina dîlanê bi dawî bû.