Meclîsa Rêveber a herêma Firatê civîna xwe ya salane li dar xist

  • 13:43 15 Çile 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê civîna xwe ya salane li dar xist.
 
Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê bi armanca nirxandin û nîqaşkirina kar û xebata meclîsê ya sala 2019'an civîna salane li navenda Baqî Xido ya çand û hunera Kobanê li dar xist.
 
Di civînê de hevserokên meclîsa kantonên Kobanê û Girê Spî, komîteyên wê, hevserokên navçe, nahiye, hevserokên deste û dazgehên Rêveberiya Xweser amade bûn. Her wiha nûnerên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Rêxistina Kongreya Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Akademiya Civaka Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û partiyên siyasî tevlî civînê bûn.
 
Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre jî rapora meclîsê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê Mihemed Şahîn ve hat xwendin. Di raporê de rewşa rêxistinî, rewşa civakê, kar û xebat hat nirxandin.
 
Her wiha di derbarê kar û xebatê meclîsê de sînevîzyoneke hat pêşkêşkirin. Paşê ji aliyê beşdaran ve nirxandin li ser kar û xebata meclîsê di nava salakê de hatin kirin.
Civîn bi pêşniyar û pilansaziya sala 2020’an bi dawî bû.