'Bi yek armanc û dengî em ê li hember dagirkeriyê têbikoşin'

  • 09:20 15 Çile 2020
  • Rojane
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Bi boneya salvegera damezrandina Rêxistina Kongreya Star, Endamên Kongreya Star a Herêma Firatê axivîn û gotin: "Xwestin di kesayeta Hevrînê de tirsekê têxin hundirê jinên pêşeng û yên ku siyasetê didin meşandin, lê li hemberî êrîşan berxwedan û têkoşîna me mezintir dibe."
 
Rêxistina Yekîtiya Star bi armanca rêxistinkirin û pêşxistina jinan di hemû qadên jiyanê de li Rojavayê Kurdistanê bi navê Yekîtiya Star hat damezrandin. Rêxistina Kongra Star ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatê dide meşandin armanc dike ku bibe mînakek ji bo tevahî Rojhilata Navîn. Yekîtiya Star di 25-26’ê Sibata 2016’an de kongreya xwe ya 6’emîn li bajarokê Rimêlan ê Rojavayê Kurdistanê li dar xist. 251 delegeyên kantonên Rojava, Şam, Lubnan û her wiha nûnerên hemû pêkhateyên Sûriyeyê, partî, rêxistinên siyasî û sivîl beşdarî kongreyê bûn. Di kongreya 6’emîn de li ser peymana karê Yekîtiyê nîqaş hatin kirin. Di encamê de navê rêxistinê ji Yekîtiya Star veguherandin Kongra Star. Her wiha sembola wê jî hate guherandin.
 
Kongreya Star, hem rêxistinbûyina konfederal a jinê ye hem jî sîstema wê ye. Kongreya Star xwe dispêre paradîgmaya civakî ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê û pîvanên netewa demokratîk esas digire. Hedefa wê Rojavayê Azad û Sûriyeya Demokratîk e. Ev pergal xwe di 9 aliyên siyasî, ekolojîk, aborî, civakî, çandî, xweparastin, dîplomasî, edaleta civakî û perwerdeyê de xwe bi rêxistin dike. Kongreya Star sîstema nû li ser esasê wekhevî û edaleta civakî saz dike. Pêşengiya têkoşîna jiyana azad a li hember her cure serwerî, zîhniyeta zilamê serwer û her cure şîdetê dike. Xwe di her qadê de wek komîn, meclis, akademî, weqif, sazî, partî û hwd. rêxistin dike. Kongreya Star ne tenê rêxistinek e, sîstemek konfederal e.
 
Bi boneya 15’emîn salvegera Rêxistina Kongreya Star a li Bakur û Rojhilatê Sûreyeyê, Endamên Koordînasyona Kongreya Star ên herêma Firatê Mîzgîn Xelîl û Almaz Romî bersiva pirsên me dan. 
 
*Li ser damezrandina Rêxistina Kongreya Star re 15 sal derbas bû, heta niha gaveke çawa di kar û xebatên wê de hatiye avêtin?
 
Mizgîn: Ji destpêka avakirina Yekîtiya Star heta roja me ya îro kar û xebatên jinê bi rengekî xweser tên meşandin. Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê rêxistina jinê êdî bi awayekî fermî li her derê xebatên xwe da meşandin. Yekîtiya Star di nava şoreşê de jî rolek sereke leyîst û bû hêza rêxistinkirina jinan a di nava şoreşê de. Destpêkê rêxistina me kar û xebatên xwe berfireh nekiribû tenê di asta Rojavayê Kurdistanê de mabû. Lê piştî ku ji hemû netewan tevlî şoreşê bûn, me jî pêwistî dît ku xebatên xwe berfireh bikin, ji ber ji her derê jin tevlî şoreşê bûn. Pêwîstî hat dîtin ku em hemû jinan di nava xwe de bihewînin. Me navê xwe guhert  û kir Kongreya Star. Ji ber ku Yekîtiya Star tenê jinên Kurd hembêz dikir, lê Kongreya Star hemû pêkhateyan hembêz dike. Di heman demê de, me ala rêxistina xwe jî li gorî navê xwe guhert.
 
*Guhertin û veguhertinên sala 2019’an  di Rêxistina Kongreya Star de hatine çêkirin, hûn çawa dinirxînin?
 
Almaz: Sala 2019’an saleke tê û tije bû, hem di aliyê berxwedanê û hem jî di aliyê rêxistinkirina jinan a di nava civakê de baş bû. Di destpêka salê de gelek çalakî û xebat ji aliyê Kongreya Star ve li Kantona Kobanê hatin lidarxistin. Li dijî gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek Kongreya Star me dest bi hemlaya "Ax û rûmeta xwe biparêze, DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe" kir. Di çarçoveya hemleyê de li gorî her deverê çalakiyên cur bi cur dihatin lidarxistin. Ji aliyê Rêxistina me ve bi sedan jin di komîn û meclisan de cihê xwe girtin û xebat dane meşandin. Her ku diçe kar û xebatên me berfireh dibin û tevlîbûna jinan a rêxistinê zêde dibe. Me di sala 2019’an de hewl da ku xwe bigihînin hemû jinan, lê belê ji ber êrîşên dewleta tirk me nikarîbû em hemû pilansaziyên xwe pêk bînin. Dewleta tirk û çeteyên wê di êrîşên xwe de her tim jinan dikin hedef û dixwazin şoreşa jinê bin bixin. Em weke rêxistin li beranberî hemû êrîşên mêr-dewletê rêxistina xwe xurt dikin û berxwedanê mezin dikin.
 
*Civak çawa nêzî Rêxistina Kongreya Star dibe?
 
Mizgîn: Bêriya damezrandina Rêxistinê, jin di nava civakê de rastî gelek zehmetiyan dihatin. Em hewil didin ku pirsgirêkên di nava civakê de baştir çareser bikin. Xebatên me di asta rêxistin û avakirina komîteyan de di astek baş de pêşketin çêkiriye. Civak bi rengekî erênî nêzî rêxistina me dibe. Em dikarin bêjin êdî Kongreya Star cihê çareseriya hemû pirsgrêkên jin, malbat û civakê ye. Ji xwe civak jî bi vî çavî li rêxstina me dinêre. Jin êdî baş dizanin ku rêxistinek wan a xurt li pişt wan heye û tu hêz nikare li ser wan desthilatdariyê bide meşandin. 
 
*Êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandorek çawa li ser Rêxistina Kongreya Star kir?
 
Mizgîn: Êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê herî zêde bandorek neyînî li ser jinan çêkir. Bi rêya êrîşan xwestin ku tirsekê di hundirê jinan de çêbikin ku êdî jin doza maf û azadiya xwe neke. Her wiha dixwestin ku şoreşa Rojava di şexsê jinê de têk bibin. Dewleta tirk û hevkarên wê di êrîşên xwe de jinên siyasetmedar ên weke Hevrîn Xelef  ku wekhevî esas digirt, hedef girt û ew qetil kir. Xwestin di kesayeta Hevrînê de tirsekê têxin hundirê jinên pêşeng û yên ku siyasetê didin meşandin. Li hemberî êrîşan berxwedan û têkoşîna me mezintir bû. Tevlîbûna ji kar re berfirehtir bû. Ji tevahî cîhanê re eşkere bû jin tu carî ji dewleta tirk û çeteyên wê natirse, tu kes nikare hêz û vîna jinê bişkîne. Banga me ji bo hemû jinan ew e ku hêz û dengê xwe bikin yek, bi yekîtiya xwe li hember dagirkeriyê asta têkoşînê mezin bikin.