Hevsroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu: Ji bo rojnamegeran yekem rê rêxistin e

  • 09:11 15 Çile 2020
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Hevseroka DFG’ê ya di rojên borî de damezrandina wê hat îlankirin, rojnameger Dîcle Muftuoglu diyar kir ku li welat li hember rojnamegeran zextên mezin hene û li dijî vê yekane rê rêxistinbûn e.
 
Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) di 4’ê Çileyê de hat avakirin. Hevseroka komeleyê rojnameger Dîcle Muftuoglu bal kişand ser zextên li ser rojnamegeran û got wê xebatan der barê binpêkirinan de bimeşînin, bikin rapor û ji rayagiştî re ragihînin.
 
Dîcleyê destnîşan kir ku Tirkiye di mijara azadiya fikir û ramanê de di rêzên dawî ya cîhanê de ye û got: “Rojnameger dema pîşeya xwe dikin rastî zextan tên. Piştî sala 2015’an şûnde bi OHAL’ê re hovîtî mezin bû. 175 saziyên çapemeniyê hatin girtin. Bi hezaran rojnameger betal man. Qertên zer ên 3 hezar rojnamegerî hat betalkirin. Em jî rojnamegerên xwedî hişmend in. Em hatin cem hev û me komele ava kir.”
 
‘Hedefa me ev e ku em zextan bidin bihîstin’
 
Dîcleyê der barê faliyetên komeleyê de jî nêrînên xwe anî ziman: “Em ê beriya her tiştî xwe rêxistin bikin. Heta em xwe rêxistin nekin, ne pêkan e em van zextan biçewisînin. Em ê binpêkirinên mafan jî bikin rojevê. Em ê mehane û salane raporên xwe biweşînin. Hevalên me betal man, hatin binçavkirin û girtin. Ji ber pîşeya xwe kirin hatin darizandin. Em li şûna li qadên nûçeyan bin li salonên edliyeyê ne. Hedefa me ev e ku em van zextan bikin rojevê û bidin bihîstin.”
 
‘Hedefa me rojnamegerên nû ne’
 
Dîcleyê daxuyakirin ku yek ji hedefên wan ên nû gîhandina rojnamegerên nû ne û got di vê dema ku çapemeniya dijîtal evqas belav bûye de di esasê de her welatiyeke rojnamegerek e û got : “Di vê hawira ku li dijî çapemeniyê evqas zext hene de , gelek ciwanên ku dil dane vê pîşeyê hene. Hedefa me ev e ku em wan bigihînin. Di vê nokteyê de jî wê panel, atolye û senaryoyên me hebin.”