Li dijî zextên li ser girtî û malbatên wan banga piştevaniyê

  • 09:09 15 Çile 2020
  • Rojane
BAYBURT - Hat diyarkirin ku zextên li ser girtiyên li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê roj bi roj zêde dibin û her tim ji bo girtiyan girtek tê girtin û cezayên hucreyê tên birîn. Li dijî zextên li ser girtî û malbatên wan banga piştevaniyê hat kirin.
 
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin. Yek ji van girtîgehan jî girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê ye. Girtiyên hatine tahliyekirin û malbatên girtiyan diyar kirin ku girtî di nava şerd û mercên giran de dijîn.
 
Li gorî agahiyên xizmên girtiyan, yek ji binpêkirinên mafan saeta hevdîtinê ye û ji 40 deqeyî daketiye 35 deqeyan. Her wiha hat gotin ku her tim bi ser koguşan de tên girtin û tevî ku zivistan e jî mudaxaleyên montê girtiyan dikin. Hat diyarkirin ku girtiya bi navê Bêrîvan Bayindir, ji ber montê wê rastî cezayê hucreyê hatiye û tevî ku divê bihata tahliyekirin ji ber vê ji meha Kanûnê de ye nehatiye tahliyekirin. 
 
Ji ber vê jî parêzeran ji bo Bêrîvanê daxwazname daye îdareya girtîgeh û dozgeriyê. Girtî jî di her hevdîtinê de bi hevkariya malbatên xwe, li dijî zextan banga piştevaniyê dikin.
 
Girtiya jin a du meh berê ji girtîgeha Bayburtê hat tahliyekirin, zextên li girtîgehê ji ajansa me re vegot. Li gorî agahiyên girtiya jin, ji stranên Kurdî bigire heta li ser piyan jimartinê, bi hincetên cuda girtek der barê wan de dihat girtin û wiha berdewam kir: “Me di rojên taybet de stran digot. Stranên me ne siyasîbanan jî gardiyanan navê me digirt. Roja din der barê van kesan de girtek dihat girtin. Me bîhna xwe jî bigirta girtek digirtin. Piranî cezayên bi girtekan dihatin dayîn, cezayên hucreyê bin. Girtiyek ji hucreyê derdiket, ya din diketê. Bi taybet di pêvajoya gireva birçîbûnê de, yên ewil ketibûn grevê 4 mehan di hucreyê de mabûn. Dema em diçûn hevdîtinan jî 7 caran em lêgerîn dikirin. Pêlavên me her tiştên me dihatin girtin.”
 
‘Girtî bi kelepçeyê dihatin dermankirin’
 
Girtiya jin her wiha daxuyakirin ku yek ji pirsgirêka din a girîng di mijara tenduristiyê de dihat jiyîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Carekê ez ji pêlekê de ketim. Piştre ez bi kelepçeyê birin nexweşxaneyê. Xwestin bi kelepçeyê derman bikin. Li hemû girtiyan wisa dikin. Girtiyên nexweşê giran an jî nexweşiya wan sivik, hemû wisa dikirin. Hevala me Nurhan Ozen hebû. Ji ber êşa diranan çû nexweşxaneyê. Lê gotin tiştekî te tune û şandin. Ev saleke hevala me nayê dermankirin. Ji ber diranan rûyê wê hemû mor bûye. Me bi derfetên xwe hewl da hinekî êşa wê kêm bikin. Lê bijîşk, pirsgirêk çi dibe bila bibe dibêjin tiştek tune ye û dişînin.”