Gulîstan li ku ye?

  • 15:23 14 Çile 2020
  • Rojane
DÊRSIM - Li Dêrsimê lêgerîna ji bo Gulîstan Doku ya ku 10 roj e winda ye berdewam dike û Zaînal Abrakov ê ku wekî gûmanbar tê dîtin jî cihê wî ne diyar e. Parlamentera HDP’ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, pirsa Gulîstan li ku ye kir û diyar kir ku dê şopdarê mijarê bin. 
 
Li Dêrsimê ku di demên dawîn de êrîşên zayendî li dijî zarok û jinan zêde bûne, niha guhê gel tenê li ser windabûna Gulîstan Doku ya ku xwendekara Zanîngeha Munzurê ya Beşa Pêşveçûna Zarokan e û 10 roj jin agahî jê nayê girtin e. Gulîstan a ku bi eslê xwe ji navçeya Erxenî ya Amedê û 21 salî ye, ku li wargeha keçan a dewletê dima 4'ê çileyê  heta saet 23.00 venegeriya wargehê. Piştî ku Gulîstanê venegeriya hevalê wê çûn li Emniyetê gilî kirin û pirsa wê kirin. Di lêkolîna ku li ser kamerayên mobeseyê hatin kirin de aşkera bû ku Gulîstan sat di 11.29'an de ji taxa Ataturkê li wesayita zanîngehê hatiye siwarkirin. Lê li gel ku bajarê Dêrsimê ji çar hêlan ve bi kamerayên mobeseyê tê şopandin jî nehat tespîtkirin ku Gulîstanê li ku ji wesayitê hatiye daxistin. 
 
Derbarê mijarê de Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Komeleya Jinan a Rosayê û gelek endamên HDP'ê li Dêrsimê kom bûn derbarê rewşa Gulîstan û êrîşên zayendî ya li hemberî zarokan ya di demên dawiyê de zêde bûne de daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Dêrsimê hat dayîn. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê û parlamenter Dîrayet Dîlan Taşdemîr daxuyanî da. 
 
'Em ê şopdarê bûyerê bin'
 
Dîrayet, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Gulîstanê û wiha dom kir: "Bûyera ku hatî kirin tê weşartin. Ji bo derketina bûyerê lêkolîneke rast nayên kirin. 10 roj in tu agahiyeke rast nayê dayîn. Taciz û tecawiz wekî bûyerên rêze tên nîşandan. Ji bo bûyera Gulîstanê jî tê xwestin ku piştî demek ji raya giştî re bidin ji bîr kirin. Lê em wekî rêxistinên jinan dê şopdarê vê bûyerê bibin ku heta rewşa Gulîstanê zelal dibe."
 
'Em ê her tim bipirsin'
 
Dîrayet, di axaftina xwe de destnîşan kir ku mixabin her roj jinek tê kuştin û wiha got: "Kuştina jinê ji ber zîhniyeta serdest a mêr pêk tên. Heke îro li vir rêxistinên jinan û şêniyên Dêrsimê helwestek dernexistibûna dê bûyer bihata weşardin. Hevalên Gulîstanê û rêxistinên jinan dê li her demê pirsa Gulîstanê bikin. Heta ku berpirsg bersivek bidin."
 
'Li Kurdistanê polîtîkayeke taybet tê meşandin'
 
Parlamenter Dîrayet, diyar kir ku li hemberî zarokan jî êrîşeke zayendî pêk tê û wiha axivî: "Li Pêrtagê zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû man. Harûn Y. êrîşê 15 zorakan kiribû. Ev kes di sala 2015'an de jî êrîşê zarokeke astengdar kiribû. Lê wekî berê niha jî êrîşkar hat parastin û tu lêpirsin derbarê wê de nehat kirin. Buyerên ku li Zanîngeha Mûnzurê pêk tên bi her avahî ji raya giştî tên weşartin û sûcdar nayên cezakirin. Ev tişt polîtîkayeke û li hemberî jinan û bi taybetî li Kurdistanê tê meşandin. Her wiha êrîşa li hemberî jinê jî li her derê Tirkiyeyê bi pergalî tê meşandin û jin û zarok nayên parastin. Em jin dê li dijî polîtîkayên qirêj û li dijî pergala serdest a mêr têkoşîna xwe bidomînin. Em ê her roj bipirsin û bibêjin Gulîstan li ku yê?"
 
Piştî daxuyaniyê jin çûn serdana malbat û hevalên Gulîstanê.