Fîlmê berxwedana Sûrê ya Amedê hat pêşandan

  • 10:55 14 Çile 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Fîlmê bi navê "Ji bo Azadiyê" yê derbarê berxwedana Sûrê ya Amedê de ku derhênertiyaa wê Ersîn Çelik kir, li navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê hat pêşandan.
 
Ji aliyê Komîna Fîlmên Rojava ve Fîlmê bi navê "Ji bo Azadiyê" yê derbarê berxwedana Sûrê ya Amedê de ku derhênertiyaa wê Ersîn Çelik kir, li navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê hat pêşandan.
 
Bi dehan şêniyên bajarê Qamişloyê, saziyên civaka sivîl û Rêveberiya Xweser ji bo temaşekirina filîm amade bûn. 
 
Her wiha fîlmê "Ji bo Azadiyê" li bajaroka Rimêlanê ya girêdayî Kantona Qamişloyê jî hatibû pêşandan.