'Dixwazim ji bo astengdaran bibim ronahî'

  • 09:08 14 Çile 2020
  • Rojane
 
 
WAN - Sevgî Gulmez a ku ji dema çavên xwe ji cîhanê re vekiriye heta niha nikare bimeşe, piştî pirtûka xwe ya ‘Ji bo cîhaneke ku astengî lê tunebe: Navê min Sevgî’ şûnde niha pirtûka xwe ya duyemîn amade dike. Sevgî wiha got: “Armanca min ev e ku ji bo astengdaran bibim ronahî, nîşanê wan bidim ku ew ne astengdar in.”
 
Sevgî Gulmez a 23 salî ya li taxa Îskele a Tuşba ya Wanê dijî, ji dema çavên xwe ji cîhanê re vekiriye heta niha nikare bimeşe û piştî emeliyatê jî baş nebû. Sevgiyê diyar kir ku tu tişt ji bo wê ne asteng e û pirtûka bi navê ‘Ji bo cîhaneke ku astengî lê tune be: Navê min Sevgî’ nivîsî. Sevgî niha ji bo pirtûka duyemîn amadekariyan dike.
 
Sevgî diyar dike ku tu tiştek nikare bibe asteng û got tenê bila plansazî bê kirin.
 
Sevgî jî wek hemû astengdarên li Tirkiyeyê bi gelek zehmetiyan re tê rû hev. Bi taybet di dema dibistanê de gelek pirsgirêkan dijî. Sevgî diyar dike ku beşeke mezin a zarokatiya xwe di nav nivînan de derbas kiriye û wiha pê de çû: “Di vê pêvajoyê de girêdayî dayika xwe jiyam. Pêvajoya ku lingên min xistibûn alçiyê pêvajoya herî zehmet û bi êş bû. Ez nikaribûm rûnêm. Nikaribûm derkevim derve. Lê min gelek dixwest ku ez rabim ser piyan. Di pêvajoya ku hevalên min li derve dilîstin, ez li hundir bûm. Min êş dikişand. Tevî hemû zor û zehmetiyê ez jî mezin dibûm. Di alî fîzîkî de min gelek zehmetî kişand, derûniya min jî têk çû.”
 
‘Ez ji malê derneketim’
 
Sevgî piştî emeliyat dibe çend emeliyatan derbas dike û ji ber vê jî qet ji malê dernakeve û got: “Piştî xebata 9 mehan şûnde min pirtûka xwe derxist. Min du caran pirtûk çirand avêt lê herî dawî min dîsa nivîsî. Di pirtûkê de min cih da jiyana dibistanê, malbat, astengdarî, mirovan û hêviyê.”
 
Seviyê got armanca wê ev bû ku ji astengdaran re bibe ronahî û wiha pê de çû: “Armanca min ev bû ku ez nîşanê wan bidim ne astengdar in. Bila xwe ji jiyanên dûr nexînin û negirîn. Rewşeke zehmet e lê divê hînê vê bibin. Ez gelek caran ketim û rabûm. Dema min nû dest bi dibistanê kir ez cuda didîtin lê niha ne wiha ye. Niha ez dest bi pirtûka xwe ya duyem dikim.”