'Baweriya ku di dilê me de ye ew ê neyê şikandin'

  • 09:03 14 Çile 2020
  • Rojane
Rûperîn Bekir
 
ŞEHBA - Ji Koordinasyona Kongreya Star a navçeya Ehrezê Emîne Dingilî di derbarê berxwedana gel a 58 rojan a li Efrînê ya li hember êrîşên dewleta tirk ku niha jî dewam dike de wiha got: " Jinên Efrînê soz dabûn ku çekên Erdogan wê nikaribe berxwedana wan bişkîne. Erdogan bi çekên kimyewî êrîşî gel kir û bi wan çekan mala gelê Efrînê hilweşand. Tevî hemû zext û êrîşan gelê Efrînê hîn li berxwe didin. "
 
Şêniyên Efrînê li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê 58 rojan li berxwe dan û berxwedana xwe niha didomînin. Têkildarî mijarê
ji Koordinasyona Kongreya Star a navçeya Ehrezê Emîne Dingilî wiha got:"Kes nikare îradeya me bişkîne. Em ê heta dawiyê li îradeya xwe xwedî derkevin. Ew ê têkoşîn her karê me be."
 
'Dewleta tirk nikare îradeya jina kurd bişkîne'
 
Emîneyê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê wiha anî ziman: "Di 20’ê Çileyê 2018’an de dewleta tirk êrîşî Efrînê kir û sivîl armanc girt. Dewleta tirk bi 72 balafirên şer êrîşî Efrînê kir û xwest vîn û îradeya jina kurd bişkîne. Ji ber ku şoreşa Rojava, bi şoreşa jinê tê nasîn, wê tu carî dewleta tirk nikaribe îradeya jinê lawaz bike. Di berxwedana Efrînê de her jinekê piştevanî dida hêzên xwe, ji ber ev hêz axa wan ji dagirkeriyê diparast. Hemû dayik li hev diciviyan û xwarin ji zarokên xwe re, yên ku di çeperan de şer dikirin amade dikirin. Ew jî tê wateya ku dewleta tirk nikare vîna Gelê Kurd bişkîne."
 
'Me li Efrînê parastina axa xwe dikir'
 
Emîneyê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku moralê gelê Efrînê di berxwedana serdemê de bilind bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di navçeya Şiyê de weke kesên ku di saziyên sivîl de kar dikirin em derbasî nava malan dibûn ji bo ku em moral bidin gel. Lê moralê  gel ji moralên me bilindtir bû. Gelê Efrînê bi hev re hêz û morel didin hev. Jinên Efrînê soz dan ku çekên Erdogan wê nikaribe berxwedana wan bişkîne. Erdogan bi çekên kimyewî êrîşî gel kir û bi wan çekan mala gel hilweşand. Gel tu caran nedixwest axa xwe ji dijmin re bihêle. Têkoşîn û berxwedana gel hîn didome."
 
'Baweriya ku di dilê me de ye ew ê neyê şikandin'
 
Emîneyê herî dawî hêviyên vegera Efrînê bi van gotinan anî ziman: "Em gelê Efrînê bi hêviya vegera Efrînê dijîn û berxwedana xwe dom dikin. Tu caran em baweriya ku di dilê me de tê jiyîn  naşkînin, ji ber baweriya me bi hêza me heye. Efrîn cih û warên kurdan e, em tu caran nadin tirkan."