Li gel dozger got ‘xweparastina rewa’ kiriye danîşin hat taloqkirin

  • 16:33 13 Çile 2020
  • Rojane
STENBOL - Di doza darizandina Hulya Halaçkaya ya hevjînê xwe yê tundî lê dikir kuşt de dozger got “xweparastina rewaye” kiriye û xwest bê berdan. Parêzeran jî daxwaza berdana Hulyayê kir. Lê şandeya dadgehê di girtina Hulya de israr kir. 
 
Danişîna 3’yemîn a doza darizandina Hulya Halaçkaya ya hevjînê xwe Kadîr Oren ji ber tundiya lê dikir di 25’ê tebaxa 2019’an de li Gungorena Stenbolê kuşt de hatibû vekirin li 20’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê hat dîtin. Di dozê de 24 sal cezayê girtîgehê ji bo Hulyayê tê xwestin. Hulyaya bi girtî tê darizandin û parêzerên wê Merîç Eyupoglû û Cansû Demîr di danişînê de amede bûn. Malbata Hulyayê, rêxistinên jinan û xizmên kesê kuştî danişîn şopandin. 
 
Danişîn bi xwendina rapora otopsiyê ya ji aliyê Saziya Tipa Edlî (ATK) ve hatibû amadekirin, dest pê kir. Di raporê de, hatibû diyar kirin ku du derbên kêrê li canê Kadî Oren ketine û her du derb jî derbên kuştinê ne. Parêzer Merîç Eyupoglû, di danişînê de parastin kir û wiha got: “Muwekîlê min ji bo parastina xwe kêr kiriye destê xwe, ne ku ji bo kuştinê. Ji ber vê ez daxwaza berdana muwekîla xwe dikim."  
 
Dozger, xwest Hulya di çarçoveya xweparastina rewa de bê berdan. Parêzerên Hulyayê jî heman daxwaz kirin û ji vê biryarê dem xwestin. Parêzên kesê hatî kuştin jî dem xwestin. Şandeya dadgehê, daxwaza dozger û parêzeran red kir û danişîn taloqî 11’ê sibatê kir. 
 
Parêzerên Hulyayê piştî danişînê, bi malbata Hulya û rêxistsinên jinan re li ber edliyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta 'Halaçkaya ji bo ku neyê kuştin, kuşt. Ji Halaçkaya re azadî' hat vekirin.  Parêzer Cansû Demîr daxuyanî da û wiha got: “Hulya ji bo ku neyê kuştin, ew kes kuşt. Ji ber vê divê bê berdan. Wê danişîna Hulyayê di 11’ê sibatê de bê dîtin. Em bang li hemû jinan dikin ku wê rojê li Edliya Bakirkoyê kom bibin û beşdarî danişînê bibin.”