Tevgera Ciwanên Şoreşger civîna xwe ya salane li dar xist

  • 14:41 13 Çile 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Bi tevlîbûna tevahî endamên rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna tevgera ciwanan ya salane li navenda çand û hunera Baqî Xido ya Kobanê hat lidarxistin û hat gotin ku dê bi veguherînê gavên serkeftinê bavêjin. 
 
Civîna salane ya Endamên rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li naveda çand û hûnera Baqî Xido ya Kobanê hate lidarxistin. Ciwanan di civîna xwe ya sala 2019’an de li ser kar xebatên salekî, êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkoşîn û beşdarbûna ciwanan ji pêvejoya berxwedana rumetê re û gavên girîng yên şerê gelê şoreşgerî nîqaşkirin. Ciwan wê di sala 2020’an de çibikin? Xwe bi çi awayê rêxistin bikin? Asta wan ya beşdarbûna berxwedana rumetê bi çi şêweyî be? Perwerde û rêxistinkirina ciwanan jî hate nîqaşkirin. Her wiha hola civînê bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocallan, alên Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger hatibû daliqandin. 
 
'Malbatên çeteyan li herêmê bi cih dikin'
 
Beşdarvanan di axaftinên xwe de bal kişandin ser êrîş û guherîna demogafîk ya herêmê û wiha domandin: "Piştî êrîşên ser herêma Efrînê û koçberkiriya şêniyên wê herêmê dewleta tirk û çeteyên ku ji deverên derveyî axa Kurdistanê anîn li şûna gelê herêmê yê resen bi cih kirin. Weke berdewamiya êrîşên ser herêma Efrînê herî dawiyê jî di 9’ê cotmeha 2019'an de dewleta tirk û hevkarên wî êrîşî ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û carek din gelê bajarê Serêkaniyê, Girê Sipî û gundewarên wan neçarî koçber bûn û heman kiriyarên xwe li van deveran jî didin domandin û malbatên çeteyan li van bajaran bi cih dikin."
 
'Bi veguherînê gavên serkeftinê bavêjin'
 
Di civîna salanê de li ser êrîşên ku didome jî hat axaftin û wiha hat gotin: "Ev êrîşan bê navber hîna li ser herêmên me didomin û di van rojên dawiyê de dewleta tirk bi balafirên keşfê li cihê bendê qontirolê yên li deverên cuda dide û di her dema ku dewriyeyên hevbeş yên tirk û rusan de bi bombeyên gazê êrîşê gel dikin. Li beran berî van êrîşan hemû ya em bi rihê şerê gelê şoreşgerî, bi baweriya berxwedana serdemê û berxwedana rumetê bighîjin serketinê. Em weke tevgera ciwanê şoreşger di her kêliyê de amedene mil bi milê YPJ/YPG'ê û QSD’ê bin û heta dawiyê parastina axa xwe, gelê xwe bikin û em ê di sala 2020'an de rihê berxwedanê li her deverê xurtir bikin. Bi têkoşîna guherîn û veguherînê gavên serketinê bavêjin." 
 
Civîn bi beşa rêxistinî û pilansaziya sala 2020'î, ji çapemeniyê re girtî wê heta seatên êvarê bidome.