Li Şehbayê bawernameyên werza yekem hatin belavkirin

  • 11:18 13 Çile 2020
  • Rojane
Fîdan Ebdullah
 
ŞEHBA - Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) ya Herêma Efrînê bi qedandina werza yekem a dibistanan bawername li xwendevanan belav kir.
 
Piştî ezmûnên yekem û qedandina werza yekem a sala 2019-2020'an a dibistanê, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk(KPC-D) a herêma Efrînê encamên ezmûnan û bawername li hemû xwendekarên seretayî, navîn û amadekarî yên li Kantona Şehbayê belav kir. Têkildarî vê mijarê mamoste û xwendevan kêfxweşiyên xwe parve kirin.
 
'Li dibistanê zarok sûd ji tiştên baş digire'
 
Xwendevana bi navê Hêvliyene Osman kêfxweşiya xwe wiha anî ziman û wiha got: "Me werza yekem a sala 2019-2020'an bi dawî kir û encamên serkeftî me bi dest xistin. Em gelek kêfxweş bûn ji ber mamosteyê me bawername dan me. Li dibistanê zarok fêrî tiştên baş dibin û gelek sûd digirin."
 
'Kêfxweşiya me ya mezin vegera li Efrînê ye'
 
Muhamad Bilko û Fîdan Dawûd jî hêviyên xwe wiha parve kirin: "Dewleta tirk li Efrînê êrîşî me kir û dibistanên me talan kir, lê me li kampan careke din dibistan vekirin û xwendinên xwe domandin. Em kêfxweş bûn me bawernameya werza yekem girt, lê kêfxweşiya me ya mezin em werza duyem vegerin li Efrînê û li wir xwendina xwe berdewam bikin. Mamosteyên me pirtûk, pênûs û lênûs li me belav kirin. Ji bo em jêhatî bibin pêdivî ji xwendinê heye."
 
'Ruxmî derfetên kêm em zarokan fêrî zimanê dayikê dikin'
 
Mamoste Bêrîvan Qasêm jî li ser xwendekaran wiha axivî: "Ruxmî zor û zehmetiyên ku em dijîn, dîsa me nehişt ku zarok ji xeyalên xwe dûr bikevin û em  zarokan fêrî zimanê dayik, çand û exlaqa rast dikin. Îro jî hemû xwendevan pir kêyfxweş in, ji ber me bawername li wan belav kir. Em nahêlin ku tu tişt li pêşiya xwendina zarokan bibe asteng." 
 
Piştî belavkirina bawernameyan xwendekar hatin xelatkirin.