Li Dêrsimê xwendekaran ji bo Gulîstan çalakî pêk anîn

  • 10:45 13 Çile 2020
  • Rojane
DÊRSIM - Mudura Yruda Ehlîbeyt a Keçan bertek nîşanî xwendekarên ku ji bo Gulîstan Doku li yurdê çalakî pêk anîn da û got, "Hûn jî mirov in." 
 
Li Dêrsimê lêgerîna li xwedekara Zanîngeha Munzurê ya Beşa Pêşxistina Zarokan Gulîstan Doku ku JI 5'ê çileyê de winda ye berdewam dike. Li dijî windakirina Gulîstanê xwendkar ketin tevgerê û çalakî li ser çalakiyê pêk tînin. Xwendekar dibêjin ku xebatên lgerînê têrê nakin û kêm dimînin. Çalakiyên ku li yurdên keç û lawan xwendekaran dan destpêkirin 3 saetan berdewam kirin. 
 
Mudura Yurdê bertek nîşan da
 
Xwendekarên ku çalakî pêk anîn bi bertekên mudurên yurdan re rûbirû man.  Mudura Yruda Ehlîbeyt a Keçan bertek nîşanî xwendekarên ku ji bo Gulîstan Doku li yurdê çalakî pêk anîn da û got, "Hûn jî mirov in."