‘Girtî ji ber nayên dermankirin, nexweşî vediguherin penceşêrê’

  • 09:11 13 Çile 2020
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Endama MYK ÎHD’ê Nuray Çevîrmen diyar kir ku ji ber girtî nayên dermankirin nexweşiyên wan pêş dikevin û vediguherin penceşêrê û got: “Gelek girtiyên ku nexweşiya wan tê piştgûhkirin,  ji wan re dibêjin ‘çareya nexweşiyê tune ye’ ku rastî binpêkirinên mafan ên mezin tên hene.”
 
Rewşa girtiyên nexweş yên li girtîgehan roj bi roj giran dibe. Girtiyên nexweş yên li girtîgehan rastî binpêkirinên mafan ên giran tên, li nexweşxaneyan jî rastî heman binpêkirinên mafan tên. Ji aliyê heyetên Saziyên Tipa Edlî (STE) ji bo girtiyan rapor tên dayîn.  STK rapora ‘nikare li girtîgehê bimîne’ bide jî gelek nexweş, bi hinceta ‘ewlehiyê’ nayên berdan.
Endama Lijneya Rêveberiya Navenda (MYK) ya ÎHD’a Enqereyê Nuray Çevîrmen der barê rewşa girtiyên nexweş de agahî dan.
 
‘Li girtîgehên Herêma Anatolya Navîn 29 girtiyên nexweş hene’
 
Nurayê bi lêv kir ku li girtîgehan hezar û 334 girtiyên nexweş hene û ji van jî 457 heb nexweşên giranin û got: “Li girtîgehên Herêma Anatolya Navîn 135 girtiyên nexweş hene. Ji van jî 29 heb rewşa wan gelek giran e. 106 heb jî dikarin li girtîgehê bimînin lê divê di bin kontrolê de bin. Ji van 20 heb jî jin in. Pêvajoyên bi pirsgirêk dijîn.”
 
‘Der barê nêzîkatiya doktoran de gelek gazinc hene’
 
Nurayê daxuyakirin ku binpêkirin bi hevkariya malbat, parêzer û nameyan ji wan re tên ragîhandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di demên dawî de hejmara girtiyên bi nexweşiya penceşêrê ketine gelek zêde ne. Gelek binpêkirinên mafan tên jiyîn. Li girtiyan dermankirina bi kelepçe tê ferzkirin, bi wesayîtên rîngê yên yek kesî dibin nexweşxaneyan. Ji ber vê jî girtî nayên dermankirin. Şûnde dibin girtîgehan. Her wiha der barê nêzîkatiya doktoran de jî gelek gilî hene. Li gorî nameya ji girtîgeha Boluyê hatiye,  girtiyek xwîn ji qirika wê tê dibin nexweşxanê, rontgen dikşînin, li kezebê leke tê tespîtkirin.  Ji bo kontrolê dibêjin tu meh şûnde dîsa bê. Du meh şûnde diçe lê doktor nabîne. Doktor ji peywirê hatiye durxistin. Ji ber doktor nabîne derman jî tê birîn.”
 
‘Girtiyê nehat dermankirin bi penceşêrê ket’
 
Nurayê her wiha da zanîn ku girtiyê li girtîgeha Kirikkaleyê dimîne jî tevî bi dehan carî diçe nexweşxanê, ji ber nodulên di qirika wî de dermankirin û tê taloqkirin û got: “Li gorî agahiyên ku wî dane, doktor jê re gotiye ‘ji her 10 kesî bi 4 kesî re tê dîtin’. Girtiyê ku dermankirina wî nehatiye kirin bi nexweşiya penceşêra troîtê ketiye. Niha li girtîgeha Sîncanê hat amelyetkirin.  Girtiyek din ya ji Boluyê hatiye heye. Ew jî bi penceşêra kolonê ketiye.  Dibê ku bê dermankirin. Nehiştine bê emelyetkirin.  Ev nexweşiyên me rêz kirin, hemû nexweşiyên ku di dema xwe de nehatine dermankirinê ne.”
 
‘Ji bo ava paqij kota pêk tê’
 
Nurayê pisgirêka ava bi zeng a li girtîgeha Sîncanê jî bibîr xist û got: “Ev du sal bû pirsgirêka ava germ dihat jiyîn. Ji boriyên ava germ ava bi zeng dihat. Me serî li gelek cihî da. Pêkanîna kotaya avê hebû.  Li gorî serlêdanên hatine kirin firotina ava vexwarinê nayê kirin wê ji kaniyê bê vexwarin. Me hevdîtinên xwe pêk anîn. Piştî bertekên mezin talîmat hat rakirin.”