Xwendekarên ÇU: Ev pergal tu hêviyê nade me

  • 09:09 13 Çile 2020
  • Rojane
EDENE - Xwendekara Zanîngê Stenbolê Sîbel Unlu dawî li jiyana xwe anîbû û di parvekirina li ser medya civakî de wiha gotibû ‘Cihekî ez biçim tune, jiyanek min ya ez bijîm jî tune ye’. Xwendekarên Zanîngeha Çukurovayê diyar kirin ku ev ne girêdayê pirsgirêkên psîkolojîk e,  di bin vê bûyerê de krîza aborî, fikara ji bo pêşerojê heye. Ev pergal tu hêviyê nade me. Pêşerojeke baş danayne pêş me.”
 
Xwendekara Zanîngeha Stenbolê ya di pola 3’emîn a beşa Wêje û Zimanê Tirk de dixwend, Sîbel Unlî piştî parvekirina li ser medya civakî ya wekê ‘cihekî ez biçim tune, jiyaneke ez bijîm tune ye’ şûnde dawî li jiyana xwe anî bû. Her wiha dîsa li ser medya civakî parvekirina wê ya ‘di qerta min ya xwaringehê de lîrayek min heye.’ jî bal kişandibû ser krîza aborî  û pirsgirêkên ku xwendekar dijîn. Xwendekarên zanîngeha Çukurovayê diyar kirin ku ji mirina Sîbelê desthilatdarî berpirse û got ew der barê pêşerojê de bifikarin.
 
‘Civak û hikûmet ji bo ciwanan nabe hêvî’
 
Ceren Cengîz ku xwendekara pola yekemîn a beşa rojnamegeriyê ye bi lêv kir ku polîtîkayên desthilatdariyê ciwanan dike cihê teng û got: “Avakirina ampatiyê ji bo me ne zehmet bû. Li welat nifûsa ciwanan pirsgirêkên aborî dijî.  Em nikarin rewşa rihê ku Sîbel têdebû ji nedîtîve bên.  Bêguman nirxa ku ev welat dide ciwanan li holê ye. Em nikarin bêjin ku vê bandor li ser Sîbelê nekiriye. Ger mirovek soberiyê nizanibe û xwe bavêje behrê, wê demê xwestiye ku bimre.  Miroveke ku dixwaze bimre, parçeyeke civakê ye.  Polîtîka civakê jî hikûmet ava dike.  Yanî civak û hikûmet ji bo Sîbel û gelekan nabe hêvî.”
 
‘Ne xema desthilatdariyê ye’
 
Cerenê destnîşan kir ku xwendekar nikarin zikê xwe têr bikin û wiha pê de çû: “Xwendekar ji ber fikra ku zikê xwe têr bikin, derfet nabînin ku projeyekê ava bikin.  Betalî pirsgisrêka mezin a welat e. Rayedarên dewletê, qasî ku piştgiriyê didin zarokên xwe ji sedî 5’ê wê bidin xwendekaran wê perwerde di asteke cuda de be. Lê dibêjin ku ‘tu nikarî ji qurbanbûna newekheviya çînî xilas bibî, pergala xwe li ser te ferz kirine û tu neçarî serî bitewînî.’ Xwendekar ne xema burjuvaziyê ne.” 
 
‘Em ne mahkumê vê ne’
 
Xwendekara pola 4’emîn a Wêjeya Zimanê Tirkî, Gîzem Salat jî got di bin întîxara Sîbelê de  tenê pirsgirêkên psîkolojîk tune ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pergala kapîtalîst di nava hilweşîn û rizandineke mezin de ye.  Em her sibeh bi nûçeyên tacîz, tecawiz û întîxarê şiyar dibin.  Xizanî û betaliya ji ber krîza aborî derketiye holê mirovan ber bi birçîbûn û tarîtiyê ve dibe. Li aliyekî hinek di nava luksê de dijîn,  li aliyê din jî  mirov ji ber tunebûnê întîxar dikin. Yek ji van jî xwendekar Sîbel Unlî ye. Em ne mahkumê vê ne. Ya ku ev afirandiye pergala kapîtalîst e. Çareserî ne întîxar e, ji bo her demê têkoşîn e.”
 
‘Tu hêviyê nadin me’
 
Gîzemê destnîşan kir ku xwendekar di şert û mercên giran de dixwînin û got: “Her tişt gelek bihaye. Yên zanîngehê diqedînin jî betal dimînin. Ev pergal tu hêvî û derfetê nade me.”