‘Min bertek nîşanê neheqiyê da cezayê hevdîtinê dan min’

  • 09:06 13 Çile 2020
  • Rojane
Safiye Alağaş
 
STENBOL - Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, êrîşên li hember girtiyan û malbatên wan didomin û malbatan bertek nîşanê zextan dan. Sîmanperî Akyildiz bertek nîşan da û diyar kir ku pêkanînên ku rumeta mirovan dişkînin pêk tînin û got: “Li dijî tiştên li dayikekê kirin min jî got ‘gûneh e, şerm e. Ev tiştê hun dikin çi ye?’ li ser vê du meh cezayê hevdîtinê dan min.”
 
 Li girtîgeha Jinan a Bakirkoy a Stenbolê, binpêkirinên mafan yên li hemger girtî û malbatên wan ên diçin hevdîtinê dîsa hatin rojevê. Girtiyan hefteya borî bi hevkariya parêzerên xwe diyar kirin ku dermankirina bi kelepçe û berovajî kelepçekirin li wan hatiye ferzkirin.  Girtiya bi navê Leyla Akyildiz jî 3 sale li girtîgeha jinan a Bakirkoyê dimîne. Dayika wê Sîmanperî Akyildiz, da zanîn ku hem li hember wan hem jî li hember girtiyan zextên cidî hene.
 
‘Ya ku dikin heqeret e’
 
Sîmanperiyê bi lêv kir ku di her hevdîtinê de bi zext û heqeretan re rûbirû dimînin û wiha got: “Hevdîtinên me di bin zextê de pêk tên.  Saetên hevdîtinê hatine kêmkirin. Pêkanînên li hember malbatan bi rastî jî heqeret in. Rumeta mirovan dişkînin. Bi ser mirovan de diqîrin. Havînê ji Amedê dayikek ji bo hevdîtina keça xwe hatibû. Dema em ketin hudnir, X Ray sê caran lêda.  Dadayikê dibin û tînin. Sebra min jî nema. Min got ‘şerm e, gûneh e, ev tişta hun dikin çi ye?, çima hun evqas heqeretan dikin?’ Li ser vê gardiyanek bi ser min de qêriya. Ez jî qêriyam. Ji ber vê 2 meh qedexeya hevdîtinê dan min. Ez vê heqeretê qebûl nakim. Ji ber vê jî min her tim bi wan re nîqaş dikir.”
 
‘Cilên zivistanê yên keça min negirtin’
 
Sîmanperî daxuyakirin ku di rojên hevdîtina vekirî de saetek mafê hevdîtina wan heye û got saeta hevdîtinê bi giştî nikarin bi kar bînin û di demên dawî de daxistine 35 deqeyan. Sîmanperî wiha pê de çû: “Nahêlin ku mafên xwe yên qanûnî jî bi kar bînin. Cilên wan nagirin hundir. Rengan dikin hincet.  Keça min du mehe cilên zivistanê ji min xwestibûn. Lê hîna jî negirtine. Çend meh berê keça min ji ber êşa diranan, sewqî Nexweşxana Diranan a Okmeydani hat kirin. Ji ber keça min dermankirina bi kelepçe qebûl nekiriye ji aliyê leşkeran ve hatiye derbkirin. Piştre ez çûm hevdîtina keça xwe. Li dest, mil û ruyê wê bi birîn bûn. Rûyê wê reş bibû. Ez şok bûm. We keça min ji xwe ceza kiriye, li ser jî şîdetê lê dikin. Gelo ev ne heqeret in. Her wiha keça min vejeteryan e. Nikare goşt bixwe.  Lê menuya vejeteryan li girtîgehê dernakeve. Ji ber vê keça min baş xwedî nabe. Divê menuya vejeteryan derkeve.  Em ê heta dawî xwedî li zarokên xwe derkevin.”
 
‘Keça min sewqî nexweşxanê nakin’
 
Girtiya bi navê Hatîce Guzel jî du sal e di girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de ye. Dayika wê Sînem Guzel got keça wê jî li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketibû girevê û got: “Piştî grevê keça min ji gurçikên xwe nerehet bû. Lê keça min sewqî nexweşxanê nekirin.  Keça min ji bo sewqkirinê daxwazname da rêveberiya girtîgehê lê qebûl nekirin. Em ji rewşa keça xwe bi fikarin. Em di hevdîtinan de jî rastî zextan tên. Bila êdî ev zext bidawî bin.”