Girtiyê nexweşê epîlepsîyê nayê dermankirin

  • 09:05 13 Çile 2020
  • Rojane
AGIRÎ - Girtiyê bi navê Îlhan Ozdemîr ê nexweşê epîlepsiyê ye û di encama qezayekê de emelyata mêjî derbas kiribû û du platîn xistibûn serê wî,  tevî ku rapora wî ya ‘nikare di cihên qerebalix de bimîne’ jî heye niha li girtîgehê têkoşîna jiyanê dide. Hevjîna wî , Memesgul Ozdemîr wiha got: “Divê hevjînê min bê dermankirin.”
 
Girtiyên nexweş ji ber şert û mercên giran yên girtîgehan rewşa wan her diçe giran dibe û her wiha hejmara nexweşan jî zêde dibe. Li gorî daneyên ÎHD’ê hezar û 334 girtiyên nexweş hene. Ji van 457 heb jî rewa wan giran e. Yek ji van Îlhan Ozdemîr e. Îlhan ji ber qezayeke trafîkê emelyat bibû û du platîn kiribûn serê wî.  Îlhan ku du emelyat derbas kir û her wiha nexweşê epîlepsê ye, bi îdiya ‘endamtiya rêxistinê’ jî di 2015’an de 7 sal û 2 meh û 15 ceza lê hat birîn û hat girtin.  Tevî rapora wî ya ku nikare li cihê qerebalix bimîne û nikare di riyan de biçe jî Îlhan di girtîgehê de têkoşîna jiyanê dide.
Hevjîna wî Mesmegul Ozdemîr, der barê rewşa tenduristiya hevjînê xwe de axivî.
 
‘Tevî rapora ‘ji sedî 85 felç’ hîna girtîgehê de ye’ 
 
Mesmegul Ozdemîr, diyar kir ku hevjînê wê her tim krîza epîlepsê derbas dike û got: “Neçare her tim derman bi kar bîne. Hevjînê min qezayeke trafîkê derbas kiribû. Piştî qezayê emelyet bû.  Doktoran rapora ji sedî 85 ji aliyê çepê felç bûye dan hevjînê min.  Lê dadgeriyê cezayê wî erê kir. Niha li girtîgeha Tîpa L ya Panosê di girtîgehê de ye.”
 
‘Divê biçe kontrolê’
 
Mesmegulê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ji ber nexweşiya hevjînê xwe gelek daxwazname dane lê hemû neyînî bi encam bûne û got: “Qe nebûya hepsa malê bidanê. Wê rewşa wî baştir bûna. Divê di warî fîzîkî de jî bê dermankirindermankirin.  Divê biçe derman bibe. Divê biçe kontrolê.  Lê niha ev li girtîgehê ne pêkane. Tevî rapora wî heye jî hîna li girtîgehê tê girtin.”