Ayşe Gokkan: Em ê bibin pêşengê yekîtiya kurd

  • 09:02 13 Çile 2020
  • Rojane
Berîtan Canozer-Medya Uren
 
AMED - Aktîvista TJA'yê Ayşe Gokkan diyar kır ku li her derverî êrişekek nîjadperestî li ser kurdan tên meşandin û heke kurd nebin yek nikarin pêşî li van êrişên tunekirinê bigirin û got: "Divê jin bibin pêşengên yekitiya kurd.”
 
Platforma Yekitiya Jinên Kurd bi minasebeta salvegera damezirandinê bi dirûşma "Em ji vê derê ne, em li vê derê ne, azadiya me yekitiya me ye" li hev civiyan. Dezgehên kurd, partiyên siyasî ên kurd, înîsiyatiya jinên kurd û tevgerên jinan li hev civiyan û li ser mijarên sereke rawestiyan. Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan li ser nîqaş û encameyên platformê rawestiya. Ayşeyê li ser êrişên li hemberî Kurdistanê, binpêkirina mafên mirovan û êrişên zayendperest ji ajansa me re nirxandin kır. Ayşe, diyar kir ku heke kurd nebin yek wê ji qirkirin û polîtîkayên mîtîngeriyê rizgar nebin. 
 
‘Şert û merc yekitiyê ferz dikın’
 
Ayşe, di axaftina xwe de bal kişand ser encamnameya Platforma Yekitiya Jinên Kurd û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Cara yekem di sala 2010’an de li Amedê û pey wê re di sala 2013’an de jî li Hewlêrê me konferansên jinên kurd li dar xistin. Ji derveyî van em dem bi dem kom bûn. Niha jî em ji bo avakirina yekitiyê neteweyî xebat didin meşandin. Lê êriş û qirkirinên li ser bakur, başur, rojhilat û rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Divê Gelê Kurd li hember êrişên li dijî nirxên xwe bibin yek. Şert û mercên heyî yekitiyê li me ferz dike. Di hemû hevcivînan de li ser pêvajoyê şîroveyên bi nirx pêk hatin. Bi nîqaş kirina pirsgirêka kurd re hertim bi yek dengî hat gotin ku jin wê bikarin pêşengtiya çareserkirina pirsgirêka kurd bikin û ji bo yekitiyê gav bavêjin. Me xebatên xwe di bin vê dirûşmeyê de berdewam kirin.”
 
‘Divê em helwesteke xurt nîşan bidin’
 
Ayşe da zanîn ku di platforma ku di 22’ê kanuna 2019’an de li hev civiyan li ser êrişên li ser kurdan, binpêkirina mafan û pirsgirêkên hatine jiyîn nîqaşên berfireh hatin kirin û wiha got: "Ev êrişên ku li hemberî Gelê Kurd divê hêsan neyên destgirtin. Êrişekî ya tunekirinê berdewam dike.  Divê em li dijî van êrişan bibin yek û helwestek xurt nîşan bidin. Ger kurd yekitiya netewî ava nekin wê qirkirin û bişaftina kurdan tucarî bi dawî nebe. Wê ev binketin hertim berdewam bike. Divê kesek kurd berjewendiya kesî nefikire û ji bo yekitiya netewî gav biavêje. Ev erk û bar ya me tevane. Ev êriş ne tenê li ser parçeyên Kurdistanê tên pêkanînin, êrişek li hember statuya kurdan e. Platforma me weke hercarî bi tifaq bûnê re bi encam bû. Bi heman hest û ramanan me yekbûnê kir armanc.”
 
‘Êrîşê jinên kurd dikin' 
 
Ayşeyê di berdewamiya axaftina xwe de balê kişand li ser polîtîkayên asîmlasyonê û êrişên li ser jina kurd û wiha berdewam kir: “Li her deverî êrişeke nîjadperest li ser kurdan tê meşandin ku ev yek pirsgirêka hertimiye. Ligel wê di navxweyî de jî hişmendiyeke ya zayendperestî rû daye. Êrişek li ser ziman, çand û nasnameya jina kurt tê pêkanîn. Sedemê kombûn û piştevaniya me ya yekem evin. Gotin û berteka me ya li hemberî vê yekê tim eşkera ye ku em ê destûr nedin van êrişan. Ji bo xirakirina van leyîstokên qirêj wê jina kurd tim şiyar be û li hemberî wê têbikoşe. Yek ji mînaka berxwedana Hevrîn Xelefe. Qetilkirin û êrişa li ser wê pêkhatiye nêzîkatiya hikûmet, hêzên paremîlîter û DAİŞ’ê ya li ser jina kurd eşkera dike.”
 
‘Bang li kurdistaniyan’
 
Ayşeyê herî dawî bang li jinên kurd û tevahî Kurdistaniyan kir û wiha got: “Armanca hêzên derve tim parçekirina kurdan e. Ji ber wê sedemê di nav xwe de aloziyan ava dikin. Divê em pêşî li van kiryaran bigirin. Weke jina kurd em dikarin bibin neybenkarê yekitiyê. Kesên ku pêşengtiyê ji vê yekê re bikin bê guman jin in. Bi yekitiya me wê yekbûna Kurdistanê pêk were."