'Di wêneyan de çîrok, êş û berxwedaniya gel hat xêzkirin'

  • 17:26 12 Çile 2020
  • Rojane
Sara Şêxhesen
 
HELEB - Jin û şêwekarên ku tevlî pêşengeha wêneyan bûne wiha gotin: "Em bi riya xêzkirina wêneyan êşa gelê xwe radigihînin."
 
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Helebê bi dirûşma "Bi tolhildana şoreşgerî em ê Serok Apo rizgar bikin û dagirkeriyê têk bibin" pêşengehek li taxa Şêx Meqsûd a Helebê li navenda ciwanên şoreşger li dar xistin û pêşangeh di roja xwe ya duyem de bi dawî bû. Jinên ku beşdarê pêşengehê bûne nêrînên xwe parvekirin.
 
'Bi rêya wêneyan êşa gelê xwe ji cîhanê re radigihînin' 
 
Rêvebera Tevgera Jinên Şoreşger Bêrîvan Îbiş li ser armanca pêşengehê axivî û wiha got: "Me bi hevkariya jinên şêwekar pêşengehek wêneyan li dar xist. Armanca me ji vê pêşengehê ew bû ku, êşa  gelê me dikşînê em ji hemû cîhanê re ragihînin. Piraniya şêwekarên me jin bûn û bi tiliyên xwe êşa jin, zarok û gelan xêz kiribûn. Pêşangehê ji aliyê gel ve jî pir bal kişand û hemû sazî û dezgeh beşdarî pêşengehê bûn."
 
'Di wêneyan de çîrok û êşa gel hat xêzkirin'
 
Endama Tevgera Jinên Ciwan Rûken Mihemed jî li ser pêşengehê wiha axivî: "Dema mirov li her tabloyekê mêze dike, di wêneyan de çîrok, êş û berxwedana gel dibîne. Bi taybet me xwest bi riya vê pêşengehê em êşa gelê xwe ji cîhanê re ragihînin. Armanca me ew e ku em tola gelê xwe ji xwînxwaran bigirin. Herî dawî jî dewleta tirk û çeteyên wê li Til Rifetê komkujî pêk anîn û zarokên bê suc hatin qetîlkirin, em bêdeng namînin û qetlîamên ku dewleta tirk li ser gelê me pêk tînê, em ê ji hemû cîhanê re ragihînin." 
 
'Bi riya wêneyan min êşa gelê xwe xêz kir'
 
Şêwekar Zeyneb Hemze jî wêneyên ku xêz kirine şîrove kir û wiha got: "Ez bi xwe ji Efrînê me, me li Efrînê gelek êş dît. Min wêneyek xêz kiriye ew jî li ser zarokên Til Rifetê ye. Her wiha wêneyek min jî li ser dolarê ye û min hundirê wê dolarê bi wate tijî kiriye. Bi riya wêneyan min êşa gelê xwe xêz kir."