Partiya Sûriya Pêşeroj ya herêma Firatê civîn pêk anî

  • 17:12 12 Çile 2020
  • Rojane
KOBANÊ- Bi pêşengtiya Partiya Sûriya Pêşeroj a herêma Firatê civînek bi dirûşma "Koçberiya bi darê zorê" li navaneda Baqî Xido ya çand û hunera Kobanê hat lidarxistin.
 
Partiya Sûriya Pêşeroj di seatên nîvro de bi amedebûna endamên rêveberiya partiyê yên herêma Firatê û bajarê Tepqa û Reqayê li navenda Baqî Xido a çand û hûnerê ya Kobanê bi dirûşma "Koçberiya bi darê zorê" civînek berfireh li ser rewşa siyasî û koçberiyê li dar xistin. Hola civînê bi alên partiyê û pankartên bi nivîsa "Bi hev re pêşerojeke ronî" û "Pêşeroja te parastiye" hatibû xemilandin.  Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di derbarê rewşa herêmê de endamên rêveberiya Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê Gidêm Îsmayil, Ibrahîm Cuma û Fewza Ebdî axivîn û bal kişandin ser bûyerên ku li herêmê diqewimin.
 
'Yekîtiya partiyên Kurd wê aloziya Suriyê çareser bike'
 
Axaftvanan da zanîn ku ew hewil didin alozî û pirsgirêkên ku li herêmê diqewimin di nava hêzên herêmî de çareser bikin û wiha domandin: "Em di pêvejoyek hesas re derbas dibin. Ji aliyê dewleta tirk ve bê navber êrîş bi ser herêmên me de tên. Her çendî cîhan tev ji vê rewşê agahdar be jî netew-dewlet çavên xwe ji kiryarên dewleta tirk re digirin. Bi hêza QSD’ê me êrîşên çeteyên DAIŞ’ê têk birin û em li hemû qadan bi ser ketin. Bi damezrandina partiya me re jî me hewil da ku em di aliyên siyasî de gavên xurt bavêjin. Li hemberî van êrîşan tenê yek rêya çareseriyê heye ew jî hêza gelan û yekgirtina partiyên siyasî yên kurd e. Îro em çawa li van herêman hemû gel dijîn weke kurd, ereb, suryanî, ermenî û tu cûdahî nakeve navbera ol û çandan, em bi hêvî ne ku em ê bi yekgirtina kurdan bikaribin aloziyên ku niha li ser axa Bakur û Rojhilatê Suriyê û tevayî axa Suriyê çareser bikin." 
 
Di dawiya civînê de sinevizyonek li ser jiyana Hevrîn Xelef hat pêşkêşkirin.