Li Şehbayê Şehîdên komkujiya Til Rifetê hatin bîr anîn

  • 15:49 12 Çile 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Bi armanca çilrojiyê komkujiya Til Rifetê, bi tevlibûna zarokên şehîdan ên Kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşma "Komkujiya we nikare xeyalên me bi dawî bike" gelek kes daketin qadan û komkujî şermezar kirin.
 
Dewleta tirk di 2'yê kanûna 2019'an de bi topan êrîşî Til Rifetê kiribû, di encamê de 10 kesên ji wan 8 zarok jiyana xwe ji dest dabûn û birîndar jî hebûn. Bi hatina çilrojiya şehîdên komkujiya Til Rifetê, bi tevlibûna zarokên şehîdan ên Efrîn û Şehbayê gelek kes daktin qadan, meş li dar xistin û serdana goristana şehîdên komkijiyê kirin. Di meşê de bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê, xwendevan, sazî û dezgehên sivîl jî amade bûn. Hevalên zarokên ku di komkujiya  Til Rifetê de jiyana xwe ji dest dan cilên sipî bi nivîsa "Ji kuştina zarokan re na" li xwe kiribûn. Her wiha di meşê de şaxa zeytûnan û wêneyên şehîdên Til Rifetê bi gulan hatibû xemilandin, ji aliyê zarokan ve hat hildan. 
 
Meş li pêşiya Meclîsa Kantona Şehbayê ya li navçeya Fafînê hat destpêkirin û heta goristana şehîdan dom kir. Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtinê, daxuyaniyek ji aliyê xwendevana bi navê Zeyneb Lolo ve hat xwendin. 
 
Daxuyanî wiha ye: "Îro çil roj di ser komkujiya Til Rifetê re derbas bû ku bi desten  dewleta tirk û çeteyên wê hat kirin re derbas dibe ku têde deh şehîd jê heşt zarok, mîna perperîkan bi hêviyên xwe re difiriyan û bûn hedefa dewleta tirk. Dewleta tirk ku rojane xwîna zarokan dirêje ji Şengal, Roboskî, Nisêbîn, Efrîn û heta Serêkaniyê komkujî pêk anî û herî dawî jî li Til Rifetê komkujî li ser zarokan pêk anî.
 
Em zarokên Efrîn û Şehbayê vê komkujiya li ser zarokan şermezar dikin. Banga me ji hemû saziyên navneteweyî re ye ku qaşo parastina mafên zarokan dikin, xwedî li nirx rêgezên ku danîne derkevin û em dibêjin bila berpirsên vê komkujiyê bên darizandin û zext li ser dewleta tirk bê kirin."
 
Piştî daxuyaniyê zarokên şehîdan destegul danîn ser gorên hevalên xwe yên şehîd.
 
Daxuyanî  bi diruşma"Şehîd Namirin" û "Bijî Berxwedana Til Rifetê" bi dawî bû.