Li Semsûrê 2 jinan ji ber gaza karbonmonksîdê jiyana xwe ji dest dan

  • 14:37 12 Çile 2020
  • Rojane
SEMSÛR - Li Semsûrê jina bi navê Remziye û dayika wê Emîne Akin ji ber gaza karbonmonksîdê ku ji sobeyê belva bû jahrî bûn û jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li gundê Semsûrê yê bi navê Dag Kuyucakê, dayika astengdar Emîne Akin û keçên wê Remziye, Zalîha Akin û neviyê wê Ahmet Îlhan ji ber gaza karbonmonoksîdê ku ji sobeyê belav bû jahrî bûn. Piştî ku kesên derdorê agahî dan tîmên tendirûstiyê û hatin malê, xebatkarên tendirustiyê diyar kirin ku dayik Emîne û keça xwe Remziye jiyana xwe ji dest dane. 
 
Hat diyarkirin ku Zelîha Akin û Ahmet Îlhan ê ku rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê jî xeteriya wan a jiyanê berdewam dike. 
 
Herwiha cenazeyê Emîne û Remziyeyê jî ji bo bê otopsîkirin rakirin morga nexweşxaneyê.