Dadgehê careke din kiryarê êrîşa zayendî parast

  • 12:33 12 Çile 2020
  • Rojane
DÎLOK - Derket holê ku mamosteyê mozaîqê yê navenda hunerê ya girêdayî Şaredariya Dîlokê Yûsûf Gokhan Emîr 14 zarokên keç bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştine. Di doza ku dihat darizandin de dadgehê 136 sal ceza li Yusuf Gokhan Emîr birî, lê bi hinceta 'rewşa baş' a dema darizandinê ceza daxistin 104 salan. 
 
Li Dîlokê, derket holê ku Mamosteyê Mozaîqê Yûsûf Gokhan Emîr ê li Navenda Hunerê ya Halîl Karadûman a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê ku di bin sîwana Qursên Perwerdeya Pîşeyî û Hûnerî de xebatan dimeşîne peywridar e, 14 zarokên keç ên ku qurs daye wan bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştiye. Li gorî nûçeya di Ajansa Mezepotamyayê (MA) yê de hat weşandin bûyer piştî ku yek ji xwendekaran serboriya xwe ji mamosteyê xwe yê polê re vegot aşkera bûye Piştî vê yekê, bi xebata hêzên ewlehiyê derket holê ku Emîr, zarokên keç ên bi navê A.Y, A.S, Y.A, E.K, O.A, H.Ç, G.T, H.Ç, S.B, Y.Ç, H.P, B.Î, T.A û C.C ên 13 salî jî bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştine. 
 
Di çarçoveya lêpoirsîna ku li ser îfadedaya zarokan hatibû destpêkirin de Yusuf Gokhan Emîr di 6'ê Nîsana 2019'an de hatibû girtin. Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê, li Navenda Şopandina Zarokan raporên zaroka hatibûn girtin. Li gorî vê raporê derbarê Yusuf Gokhan Emîr de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê ve bi sûcê "êrîşa zayendî li dijî zarokan û destavêtinê" angaştname hat amadekirin. Di darizandina ku bi qebûlkirina angaştnameyê ya 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Dîlokê re dest pê kir de, biryara derbarê Yusuf Gokhan Emrî de di 3'emîn daneşîna ku di 13'ê Kanûna 2019'an de hat dîtin de hat dayîn. 
 
Di daneşînê heyeta dadgehê, bi tespîta ku heman sûc gelek caran pêk aniye 14 caran 9 sal û 14 meh û 15 roj bi giştî 136 sal ceza li Yusuf Gokhan Emîr birî. Lê bi hinceta 'rewşa baş' a dema darizandinê heyeta dadgehê 14 caran cezayê wî daxist 7 sal Û 9 meh û 22 rojan û bi giştî cezayê Yusuf Gokhan Emîr daket 104 salan.